PKK e mayînan li ser rê û çiyayên kurdistanê diçîne

PKK e mayînan li ser rê û çiyayên kurdistanê diçîne

Hat ragihandin piştî şikestina PKK ê li himber leşkirê Tirkiyê, li her cî û warî PKK ê dest bi danîna mayînan kiriye û bi vê sedemê zirar bi şêniyên Başûrê Kurdistanê dikeve.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihandin ku PKK ê dest bi danîna mayîn û teqemeniyan kiriye li navçeyên ku ji nû ve PKK e dagîr dike, bi taybetî piştî teslîm kirina beşekî herî mezin ji herêma Heftenînê bi dewleta tirkiyê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî di vê derbarê de eşkere kirin ku li roja 8/11/2020an de hemwelatîyekê bajarokê Soran bi navê “Mihyedîn Herkî” ku bi merema dest xistina darên hişk ji bo zivistanê çûbû çiyayê Bolê ku dikeve sînorê Sîdekan, mayînek ku bi destê PKK ê hatbû çandin bi wî de teqîyaye.

Her weha hat eşkere kirin ku li roja 3/11/2020an, PKK ê mayînan li ser rêya parêzvanên sînorî yên Îraqê ku kurd in danîbû, çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê ragihand ev mayîynên çandî li ser rêya nuqteyên parêzvanên sînorî li “Pesarê Boselê” a ser bi Derkarê ve hatbû çandin ku ji bal wan hêzan ve hat pûçkirin û jinavbirin.

Pustên heman beş