Arteşa Tirkiyê îro serê sibê careke din bajarokê Eyn Îsayê topbaran kir û zirarên canî li pey êrîşê hatin.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja şemî 28/11/2020an, arteşa Tirkiyê bi çekê giran bajarokê Eyn Îsayê topbaran kir, gulle top bi malên şênîyan ketine, û birîndar li pey êrîşê hatine.
Dest nîşan kir, tevî ku hejmareka xanîyan zirarên mezin pê ketine, jinek û dû zaroyên wê bi giranî birîndar bûne.
Êrîşa îro ya ser bajarokê Eyn Îsayê, hem wexta êrîşa duh ya hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê tê wexta ku nuqteyên komên çekdarên girêday Tirkiyê li sînorê Eyn Îsayê top baran kirîn.