Kazimî bi kuştina xwepêşanderan tê berpirsiyar kirin

Kazimî bi kuştina xwepêşanderan tê berpirsiyar kirin

Nerîngeha Îraqî a mafên mirovan, Mistefa Kazimî yê serok wezîr bi kuştina xwepêşanderan berpirsiyar kir û eşkere kir, girîngîya çêkirina komîtên lekolînê tuneye.

Nerîngeha Îraqî ya mafên mirovan îro roja şemî 28/11/2020an, di daxuyanîyekê dest nîşan kir, pêwîste Mistefa Kazimî serok wezîrê Îraqê tenê li hengava çêkirina komîteyên lekolînê li derbara kuştina xwepêşanderan nesekine û ji ber ku Kazimî fermandarê giştî yê hêzên çekdare, tenê ew bi berpirsyar li ser vê cînayetê tê hesab kirin.

Her wiha amaje kir, erka Mistefa Kazimî parastina canê xwepêşanderane û ji bûyerên ku ji duh ve li meydanên xwepêşanderan çêbûne, eşkere dibe ku karîna hikûmeta Îraqê ji bo parastina canê şênîyan  tuneye.

Tê zanîn ji duh roja înî xwepêşandanên mezin li bajarê Nasiriyê yê paytexta parêzgehîya Zîqarê çêbûne, di encamê de 6 xwepêşander hatine kuştin pêtirî 50 xwepêşanderên din birîndar ketine.

Êrîşa çekdarên nenaskirî bi sedema kuştina van xwepêşanderan tê hesab kirin.

Pustên heman beş