Termê «Hemîdê Simayilaxa» li Mêrdînê sipartin axê

Hemîdê Simayilaxa kî ye?
-
Di sala 1948an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Smaîl Axa hate dinyayê.
-
Di salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir.
-
Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partî Demokratîk – Bakur ji zanîngeha hate avêtin.
-
Di sala 1979an de bi awayeke çalaktir li Bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK a Bakur de.
-
Di dema derbeya 12ê îlonê ya 1980an de neçar ma derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû.
-
Di sala 2017an de piştî Kongreya 12emîn a PDK Bakur ku li Amedê pêk hatibû, weke berdevkê vê tevgerê hate diyarkirin.
Tags: sereke




