Amerîkayê ji ber wêneyên Ocalan û alayên PKK ê zexta li ser Hêzên Sûrya ya Demokratîk zêde kir û jê xwest êdî ev wêne li Rojava Kurdistanê nehên hildan.
Li gor pêgeha “El Erbî 21”, Amerîkayê zexta li ser Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê û her wiha Rêveberîya Xweser bi sedema Partîya Karkerên Kurdistanê zêde kirîye û jê xwestîye êdî wêne Abdulla Ocalan û alayên PKK ê li Rojava Kurdistanê nehên hildan.
Dest nîşan kir, amanc ji vê hengava Amerîkayê, nêzbûnekê li nêvbera HSD ê û Tirkiyê û hemdem li nêvbera HSD ê û opozisyona Sûriyê pêk bînîe
Çavkaniyên xwecihî eşkere kirine, HSD e li ser vê daxwaza Amerîkayê razîbûye û te’lîmat şandine ku êdî alayên PKK ê li bakur û rojhilata Sûriyê nehên hildan.
Di vê derbarê de, çalakvanê siyasî yê Kurd, Mehmûd Noh tekez kir, Amerîkayê bi awayekî berdewam zextê li HSD ê dike ku êdî alayên PKK ê li navçeyên jêr desthilata wê nehên hildan.
Vî çalakvanî ji bo pêgeha El Erbî gotîye: Rayedarên Amerîkayê hişdarî dane HSD ê ku bilindkirina alayê PKK ê wê êncamên herî xerab li pey bin û îdareya Amerîkayê bi awayekî eşkere dest nîşan kirîye ku ev yêk wê bibe sedema ji dest dayîna navçeyên Rêveberîya Xweser.
Li derbara wê yekê kanê HSD e ta çi astê pabendî vê daxwaza Amerîkayê bûye, Mehmûd Noh dibêje: HSD e niha dû balin, yek jê te’lîmata ji Qendîlê werdigre û balekî din heye ku Mezlûm Ebdî serperiştiyê lê dike û bizavê dike meseleya Kurdî ji Qendîlê cuda bike.
Li gor nerîna Mehmûd Noh, ne hêsane HSD e tam pabendî vê daxwaza Amerîkayê bibe, ji ber ku balê Qendîlê di nava HSD ê de bihêze.