Hevserokê berê yê HDP ê Selahedîn Demîrtaş ragihand, eger Tirkiye dewleta Kurdan e jî, divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin. Demîrtaş got ku ew ne endam an jî rêveberê PKK’ê ye.
Selahedîn Demîrtaş li girtîgehê bersiva pirsyarên 45 kesayetî, rojnamevan û nivîskarên Kurd û Tirk da.
Demîrtaş li ser pirsa civaknas Îsmaîl Beşîkçî ya di derbarê zimanê Kurdî de û paşguhxistina wê ji aliyê berpirsên Kurdî ve wiha got: “Hê ji bo çareserkirina vê mijarê dem heye, divê ji bo parastinê, ziman bê bikaranîn, Eger Tirkiye dewleta Kurdan e jî, divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û bibe alîkar.
Demîrtaş li ser tometbarkirina wî bi endamtiya PKK ê jî axivî û diyar kir ku ti pêwendiya wî bi PKK ê ve nîne û wiha got: Eger ez endam an jî rêveberê PKK ê bûma, min ev yek ji dadgehê venedişart, tiştekî min ê bê veşartin nîne.
Demîrtaş tekez kir jî ku ji bilî HDP ê, ew ne girêdayî ti partî û aliyekî dine.
Hevserokê HDP ê yê berê Selahedîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve bi çendîn tohmetên cuda li Edîrneyê zîndankirî ye.