Tsahî Hangbî yek ji wezîrên Îsraîlê ku kesekî nêzî Binyamin Netanyahu yê serokwezîre, roja şemî yê di hevdîtineke medyayî de di gel kenala telefizyonî a (N12) li dûr terorkirina Fexrîzade, bisporê Îranî, ragihand, min ti belge yek di dest de nîne ku îsbat bike Îsraîlê ev kar encam dabe. Ev bi wê wateyê nayê ku ez nikarim li ser mijarê biaxivim, ez berprisim lê bi rastî heya niha ti belgeyek li ber destê min nîne. “Hesen Rohanî, serok komarê Îranê, Îsraîl bi terorkirina Muhsin Fexrîzade bisporê nuklerî yê Îranê sûçbar kiriye”.
Rohanî roja rabûrî di ropela fermî ya xwe de nivîsand: “careke din, destên pozbilindên cîhanê di gel rejêma siyonîstî ya kirê girtî bi xwîna zanayekî din ê vî milletî hatin nexşandin”.
Li gor kanalek medyayî ê Îsraîlê, Îsraîlê piştî gef xwarnên Îranê ji bo tolhildana kuştina Muhsin Fexrîzade ku bi bavê çekê nuklerî yê Îranê tê naskirin, rewşa hişyariyê li sefaretxaneyên xwe li tevahî ya cîhanê zêde kiriye û hêzên xwe xistine rewşa awirte de.
Muhsin Fexrîzade, zanayê nuklerî yê Îranê, li 28î çirîya paşîn li navçeya Abserd Demawend piştî teqîna bombeyekî li kêleka cadeyekî ku ew û zêrevanên xwe têde derbas dibûn, yekemîn car erebeya wan ji kar ket û paşan hinek kesên çekdar gulle berdan erebeya wî û ew kuşt.