Komên çekdarên girêday Tirkiyê hejmareke şêniyên Cindrêsa navçeya Efrînê revandin û ji bo ciykê nediyar birine.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 29/11/2020an, komên çekdarên girêday Tirkiyê ji girûpa Semerqend, hejmareke şêniyên gundê Kefr Sefre yê girêday navçeya Cindrêsê li herêma Efrînê revandine.
Dest nîşan kir, her îro polîsên serbazî ên girêday Tirkiyê, hejmareke din a şêniyên navçeya Şêx Hedîd a sînorê Efrînê bi hêncetên cuda desteser kirine.
Li gor nerîngeha Sûrî ji 26 vê mehê ve, komên çekdarên girêday Tirkiyê bi dehan şêniyên Efrînê revandine, 4 jê jinin û sûça kar kirinê li gel Hêzên Sûryaya Demokratîk HSD ê xistîye bal wan.