Li navçeyên dagîrkirî yên Rojava Kurdistanê şer li nêvbera arteşa Tirkiyê û Şervanên Hêzên Sûryaya Demokratîk de çêbû, 4 Şervanan canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên xwecihî yên Rojava Kurdistanê eşkere kir, di dema 24 sa’etên rabûrî de û ji êncamê şer û pevçûna li nêvbera Şervanên HSD ê û eskerên Tirk de li sînorê Eyn Îsayê çêbûy, 4 Şervan hatine kuştin.
Dest nîşan kir, arteşa Tirkiyê bi çekên giran dorbera bajarokê Eyn Îsayê topbaran kir.
Ev êrîş hem demin li gel êrîşên Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê yên rojên rabûrî li ser bajarokê Eyn Îsayê ku bi sedema topbarana 28 vê mehê zirar bi malên şênîyan ketbûn û jinek û dû zarokên wê jî birîndar ketbûn.