Dema derketina çekdarên PKK ê ji Şengalê bi dawî tê

Dema derketina çekdarên PKK ê ji Şengalê bi dawî tê

Îro roja sêşemî dawî moleta ji boy çekdarên deryasayê û yên girêday PKK ê ku Şengalê û dorbera wê bi cî bihêlin, çekdarên YBŞ ê jî baregehên xwe vala kirine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 1/12/2020an, moleta ku li gor Peymana Şengalê bi çekdarên deryasayî hatîye dayîn, bi dawî dibe û çekdarên girêday PKK ê dest bi vala kirina ciyên xwe kirine.

Dest nîşan kir, nîvroja îro moleta fermî ya ji boy wan çekdaran bi dawî dibe, heya niha çekdarên YBŞ ê yên girêday PKK ê 8 baregehên xwe ku dû jê li navenda Şengalê ne, vala kirine û bi cî hiştine.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kir, hêjan dû baregehên YBŞ ê mane ku werin vala kirin yek li navenda Şengalê û yekê din li navçeya Sinûnê ye, ev baregee heya nîvroja îro dem pê hatîye dayîn ku werin vala kirin.

Tê zanîn Partîya Karkerên Kurdistanê hewil dane şêniyên navçeyê weke mertal ji boy nehiştina baregehên xwe li Şengalê bikaranîne.

Pustên heman beş