Tirkiye û Rûsya wê navendeke hevpar li Karabaxê çêken

Tirkiye û Rûsya wê navendeke hevpar li Karabaxê çêken

Wezareta Parastina Neteweyî a Tirkiyê ragihand, Navenda hevpar a Tirk-Rûsan ku dê ji bo çavdêrî û kontirola sepandina agirbesta di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da were damezirandin, di demeke kurt da dest bi wezîfeyê bike, xebatên pêwîst tên meşandin.

Di daxuyaniya li ser navnîşana wezaretê ya li ser Twitterê da, hat bibîrxistin ku ji bo çavdêrî û kontirola sepandina agirbesta di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da 11ê mijdarê di navbera Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu da bi rêya vîdeo telekonferansê va rêkeftinname hat îmzekirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku der barê avakirin û esasên wezîfeyê yên Navenda Muşterek ya Tirk-Rûsan da hevdîtinên hûrgiliyên teknikî temam bûn û mutebeqat hat îmzekirin û wiha hat gotin, “Ji bo ku navend di demeke kurt da dest bi wezîfeyê bike, xebatên pêwîst tên meşandin”.

Pustên heman beş