Li Şêrawa 5 çeteyên girêday Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên Rizgarîya Efrînê di çalakîyekê da, 5 çekdarên komên çeteyên girêday Tirkiyê li navçeya Şêrawa kuştin, wexta ku moşek li baregeha wan xistî.
Hêzên bi navê Rizgarîya Efrînê îro roja sêşemî 1/12/2020an di daxuyanîyekê de ragihand ku hêzên wan li gundê Basûtê yê Şêrawa a navçeya Efrînê li hemberî çeteyên girêday Tirkiyê çalakiyek taybet li dar xistin û di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 alavên leşkirî jî hatin ji nav birin.
Dest nîşan kir, ev çalakî li 27 meha rabûrî pêkhatîye ku têde baregeheke çeteyan hatîye hedef girtin.
Hêzên rizgarîya Efrînê ev dîmenên vîdyoyî ên li xwarê parvekirine û gotîye ku yên çalakîya 27 meha rabûrî ne, di wan dîmenan de xuya dibe ku bi moşekê êrîş li ser baregeha çeteyan pêkhatîye.