Artêşa Azerbaycanê piştî ku li gorî agirbesta Qerebaxê Ermenistanê ew der vala kir, piştî 28 salan careke din derbasî nav bajarê Laçînê bû.
Bajarê Laçîn yek ji bajarê Kurdistana Sor bû ku dema Yekîtiya Sovyetê di salên 1923-1930î de herêmeke otonom bû.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand, li gorî rêkeftina agirbestê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ku bi navbênkariya Rûsyayê hatibû îmzekirin, Artêşa wan derbasî Laçînê bûye.
27ê Îlona îsal di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser herêma Nagorno Qerebaxê û pênc navçeyên din ku ji salên 90î ve di bin kontrola hêzên ermenî de bûn, şerekî dijwar derket û roja 10ê Mijdarê bi rêkefeftineke sê alî ya di navbera Azerbaycan, Ermenistan û Rûsyayê de ew şer bi dawî bû.
Di çarçoveya peymana hat îmzekirin de, Ermenistanê qebûl kir ku ji navçeyên Kelbajar, Agdem û Laçînê vekişe. Azerbaycanê di şer de bajarên Fizûlî, Cebrayîl, Hadrut, Zengilan û duyemîn bajarê mezin ê herêma Karabaxê, bajarê Şoşayê kontrol kiribû.
Bajarê Laçînê li nav sînorên Azerbaycanê ye û ji ber ku take rêya navbera Qerebaxê û Ermenistanê ye, weke korîdora Laçînê jê tê naskirin û ji bo berdewamiya peywendiya navbera axa Ermenistanê û herêma Nagorno Karabaxê cihekî stratejîk e.
Bajarê Laçînê di şerên salên 90î yên sedsala 20an de roja 18ê Gulana sala 1992an ketibû bin kontrola Ermenistanê.