Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Tirkiyê Alî Babacan, îro 1ê Kanûnê ligel Seroka Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci civîneke rojnamevanî li dar xist.
Di civînê de li ser bicih neanîna erkên dewletê di rûbirûbûna vîrusa koronayê de, rexne li deshilatdariya bi seroktiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat kirin ku niha bi tedbîr û qedexeyên sist dixwazin belavbûna vîrusê bidin rawestandin.
Babacan li ser pirsa rojnamevanan a derbarê daxuyaniyên hefteya borî yên Erdogan de ku gotibû, ‘Pirsgirêka Kurd nîne, êdî nemaye’ jî wiha axivî:
“Heger em bixwazin bizanin bê li vî welatî pirsa Kurd heye yan nîne, bila pêşî ev pirs ji welatiyên Kurd bê kirin. Nirxandina yekalî ya hikûmetê hebûna pirsgirêkê ji holê ranake. Demekê gavên cesûr avêtin. Lê piştre careke din pirsgirêk geş bû. Di maf û azadiyên bingehîn ên welatiyên me de kêşeyên cidî hene. Di xistina karê dewletê de cudaxwazî tê kirin. Lewma jî bila ji welatiyên me yên Kurd û dezgehên sivîl ên civakî bipirsin.”