Partîya Karkerên Kurdistanê herku diçe kiryarên wê yên bi terzê terorê baştir û zelaltir eşkere dibin, li meha rabûrî vê rêxistinê li 3 navçeyên cuda yên Başûrê welat TNT li ser cadeyên sereke teqandine, yek jê li nêzî şirketeke petrolê bû.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, di meha rabûrî de, PKK ê 3 caran TNT li Başûr teqandine bi taybet li navçeyên ku vê rêxistinê ji nû ve dagîr kirine.
Eşkere kir, PKK ê ev TNT li rojên «3 , 8 û 11» meha rabûrî li navçeyên Derkarê, Soran û Çemankê teqandine û bi vî awayî:
Li roja 3/11/2020an, PKK ê bombeyek çandî li ser rêya pasewanên sînor yên Îraqê ku Kurdin danabû, bomb li ser rêya “Pesarê Boselê” ya ser bi Derkarê ve hatbû çandin ku ji bal wan hêzan ve hate ji nav birin.
Li roja 8/11/2020an da hemwelatîyekî bajarokê Soran bi navê “Mihyeddîn Herkî” ku bi merema bi destxistina darên hişk ji boy zivistanê çûbû çiyayê “Bolê” ku dikeve sînorê Sîdekan, mînek ku bi destê PKK ê hatbû çandin bi wî da teqyaye.
Li roja 1/11/2020an li nêzî demjimêr 5 serê sibê, çekdarên PKK ê dû TNT li ser cada sereke ya di nêvbera gundên “Bêbadê û Kanîka” li navçeya Çemankê teqandin, ev teqîn bi dûratîya 630m ji şirketa petrolê bû.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, her çend ku li wê demê çi hereketa otombêlan li wir nebû, lê belê PKK ê ev teqîn encam da bi mebesta çêkirina rewşeke nearam li navçeyê ku şirketên biyanî yên derxistina petrolê lê ne, ev jî bi wê watayê tê ku PKK e li ser hedef kirina pêgeha abûrî ya Başûrê Kurdistanê berdewame bi taybet paş ku bûrîya petrola Kurdistanê di kiryareke terorî de teqandî.