PKK e ji kurdan re g…ye û ji xelkê re go…ke!

Çima PKK ê 42 sale li bakurê kurdistanê sîxur û ajanek ne kuştiye, şaredarek ne kuştiye, wekîlek, walîyek nekuştiye?!

Roj namîne ku PKK e û hevalbendên wê êrîşî PDK ê û Barzanî nekin û wan di refên dijmin de nebînin. Çi li Bakur be, çi li rojava be, çi l Rojhilat û çi jî li Qendîlê be, hema bêjin her roj di çapemeniya xwe û çapemeniya sîbera xwe de weke “TEVDA PRÊS” êrîşî PDK ê û Barzanî dikin û Barzanî wek hevalbend û şirîkê AKP ê nîşan didin û wek xîyanetkarê gelê xwe didin naskirin. Ev siyaset ne siyaseta îro ye, siyaseta berî 30-40 salaye û îro jî di bin navên cuda de heman êrîş tê kirin, heman dijminatî tê kirin, heman siyaseta qirêj her roj li bin navekî tê meşandin û bi sedan derew û senaryo yên saxte dirust dikin, PKK e ew qas di vê yekê de pêşketiye ku niha di warê çêkirina derew û senaryoyan de pêşbaziya derhêner, ekter û senaryo danerên Bollywood Hindistanê ji bo çêkirina fîliman dike, her derewek jî bi qasî 800-900 dolaran, hin caran PKK e ji wan jî derbas dike û derhêner û sînaryo danerên Bollywood ê li himber yên PKK ê heyirî dimînin û nikarin weke wan senaryo û derewan li pey hev rêz bikin û ji bo xelkê berçav bikin!

PKK e carna li bin navê îxaneta PDK ê û Barzanî bi kurdistana mezn (herçend ku her kes baş dizane, niha ne kurdistana mezin, belku xwe navê kurdistanê jî di mejîkê rêveberên PKK ê de tuneye û ti wateya xwe nîne, take tişta di mejîkê wan de bi tenê Biratiya Gelan e), Biratiya Gelan lê bi tama Farsî, Tirkî û Erebî ku her dibe koletî ya kurdan ji bo van netewe yan, carna jî PKK e, PDK ê bi vê yekê sûçbar dike ku dixwaze bikeve “herêmên gerîlayan”! Vê yekê bi awayekî di çapemeniya xwe de rojane bas dike ku kesek ne şehreza be wê wisa bifikire PDK ê xwestîye derbasî Amedê, Mêrdînê, Colemêrgê, wanê… hwd bibe û ji destên PKK ê bîne der! Vê yekê ew qas zêde bi lêv dike ku kariye alîgrên xwe qanîi bike PDK e êrîşî wan dike û nahêle ew rihet razên!

PKK e niha weke Gayên Spanya yê tev digere

Piştî lihevhatina dinavbera Hewlêr û Bexdayê li ser asayî kirina Şengalê, PKK e ew alî bû ku pêtir ji heşda Şeibî û hemû dujminên Kurdistanê dijatiya xwe ji bo vê yekê ragihand, her zû dest bi gef xwarna, meş û xwepêşandanên girseyî, siloganên mezin, û xwe derxistinê kir, PKK ê gef li başûr û hêzên pêşmerge xwarin ku ger bê û pêşmerge bikevin Şingalê de, wê şervanên wan li pêşmergeyan bixin, di vê derbarê de PKK ê çendîn caran ev yek dubare kir û çendîn caran di çapemeniya xwe de bas kir, hin caran rêveberên Qendîlê, ew qas gerim di bûn ku bas li şerekî bi xwîn dikir, lê li himber Leşkirê Îraqê ew pir bêdeng man, hema bêje li himber Leşkirê Îraqê PKK e li Şingalê kerr û lall bûye, bi tenê ew li dijî pêşmergeyan daxuyaniya dide û gefan dixwe, ti pirsgirêka wê bi leşkerên Îraqê re nîne.

PKK e niha weke Gayên Spanya yê tev digere li her cîhekî bas li pêşmerge, kurdistanê û Barzanî were kirin rasterast êrîşê dike, weke çewa Gayên Spanya yê dema destmala sor dibînin êrîşê dikin, PKK e ji hemû Kurdistanê re bûye ev Ga ye.

“bi can bi xwîn em bi tere ne ey asayîş”!

Sê ji dawî karên ku PKK ê li dijî başûr encam day evin, ya yekem 8ê çiriyê Xazî Salih Alîxan, rêveberê asayîşa giştî ya Serzerê teror kir. Ya duyemîn, 28ê çirîyê boriya nefta Başûrê Kurdistanê teqand. Ya sêyemîn jî ew bû ku di 4ê çirîya duyemîn da li ser rêka hêzên pêşmerge li Çemankê mayînek dana û bi çekên giran êrîşî karwanê pêşmergeyan kirin û pêşmergeyek şehîd kir, ev kare û çendîn karên din bi tenê li dijî pêşmerge û Hikûmeta Herêmê kirin, lê li Şingalê û li himber Leşkirê Îraqê ne axaftina wan heye ne jî karê wan, pirr bi aqilî baregehên xwe ji bo leşkerên Îraqê vala dike û paşde vedikşe, bi tenê çend kesan kom dike û siloganên “bijî, bijî”, “bi can bi xwîn em bi tere ne ey asayîş” diqîre!

PKK ê li Çemankê bi hinceta vê yekê ku pêşmerge dixwazin derbasî “Herêmên Gerîlayan bibin” mîn li ser rêya pêşmergeyên jîngehê danî û bi çekê giran li pêşmergeyan xist, pêşmergeyek şehîd xist û hinek pêşmergeyên din jî bi dijwarî brîndar kirin, lê li Şingalê ne ew sûk û ne ew bazar! Ti tiştek li gorê nîne, kî dixwaze were yan biçe, pirr normale bi tenê xwediyên sereke yên wê axê yanî pêşmerge nebin!

Cemîl Bayik li dema rabûrî daxuyanyek da û ragihand ku li her cihekî xwîna gerîla lê rijabe, ew cih herêma gerîla ye, li ser vê daxuyaniya mam Cemîl be, yan PKK ê li şengalê xwîn neriştiye û hemû axaftinên wan ku rojane di çapemeniya xwe de dubare dikin derewe, yan jî PKK e dixwaze vê penda pêşîyan bi rast derxe ku dibêje “flan kes ji me re g….ye û ji xelkê re go…..ke”! Yanî bi kesê nawêre lê ji bo me qoçan di avêje! Ev jî vê yekê baş xuya dike ku PKK e bi tenê li dijî pêşmerge, kurd, ala rengîn a Kurdistanê û hikûmeta başûrê Kurdistanê ye û ti pirsgirêka wê bi dewletên dagîrkarên Kurdistanê û leşkir û ala wan nîne.

Ev kar û daxuyaniyên PKK ê baştirîn belge ne ku PKK e ji bo ku rê li ber çêbûna dewletek kurdî bigre û Kurdistan serbixwe nebe, li her çar parçeyên Kurdistanê bûye astengek dijwar, astengek wisa dijwar ku ji astengên dewletên dagirker mezintire. PKK e û rêxistinên ser bi wê ve li her çar parçeyên Kurdistanê li ser navê kurdan dijberîya xeta netewî dikin û dixwazin kurdan di nav sînorên her çar dewletên dagirker de bifetisînin, bi navê demokrasî û biratîyê kurdan bi wan dewletên dagirker ve pîne bikin û wan ji hizra neteweperwerîyê dûr bixin. Ev helwest êdî eşkere û rasterast derketiye holê, kesek venaşêre.

Çima PKK ê 42 sale li bakurê Kurdistanê sîxur û ajanek ne kuştiye, şaredarek ne kuştiye, wekîlek, walîyek nekuştiye?!

PKK ê di destpêka damezrandina xwe de xwe bi pêşenga avakirina dewleta kurdî hesiband, PKK e li destpêkê bi awayekî tev digeriya ku her kesî ji PKKeîyan re digo “serxwebûnxwaz”! Di nava kurdan de zarokên bi navê serxwebûn zêde bûn, şervanan bêhtirîn ew nasnav li xwe dikirin, lê belê weke diyar îro ew nav qedexeye, û nabe tu kes wî navî li xwe bike, ger li xwe bke jî divê bas li serxwebûnê neke, bi tenê divê bas li biratîya gelan anku (koletîya kurdan ji bo Tirk û Ereb û Farisan) bke axir ger wilo nebe wê cenabê Apo di îmraliyê de hêrs bibe, ev yek jî weke kofrîyek mezin tê hesibandin! Jiberku serxwebûn li tezên îmraliyê, ango li “Parêznameya Ocalan”, “Komara Demokratîk”, “Xweseriya Demokratîk” û yên din naye, wan pûç dertîne. Ji wê yekê PKK e li dijî damezrandina dewleta Kurd disekine, û ji bo vê yekê her tiştê ji dest wê tê dike û dibêje. Mafê ti kesekî jî nîne berevajî vê bke, her kes û aliyek berevajî vê yekê bike wê PKK e di çapemeniya xwe de weke ajan, sîxur, kirê girtî, hevalbendê Mîtê û AKP ê û wî weke bê namos bidin naskirin.

PKK ê 42 sale li bakurê kurdistanê sîxur û ajanek ne kuştiye, şaredarek ne kuştiye, çima? PKK ê wekîlek, walîyek nekuştiye. Lê 42 saln vî şerî di nava gelê kurd da dike û bi hinceta „ajantî û xayîntîyê “Tenê kurda dikoje, PKK e li Bakur û li dijî van kesan bêdenge lê li başûr bi hinceta sîxortiyê rêveberê asayîşa Serzêrê ku yek ji pêşmergeyên dêrîn û kurdperewerek kêm mînak bû û li her du aliyên sînor anku li Bakur û Başûrê Kurdistanê gel pirr ji wî re hez dikir û ew pir baş nas dikir li pêş çavên zarokên wî şehîd dike û baz dide. Başe, di nava 42 salan de PKK ê çi da gelê kurd?  42 salin sitirîyek jî di lingên generalên Qendîlê de ranebûye. Tenê wê fermanê bidin û xort û keçên kurd bên kuştin.

PKK dewleta kurdî naxwaze, çima? Tu pirsgirêka wê û ala dewleta Tirk jî bi hev re tuneye, pirsgirêka wê bi leşkerên tir re jî tuneye, bi dewletê re jî pirsgirêka wê tuneye, başe bi kê re pirsgirêka wê heye?

Bêguman bi ala kurdan, pêşmergeyên Kurdistanê, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hwd re di nava pirsgirêkên pirr kurd deye, pirsgirêkên ewqas kûr ku li pirsgirêkên Tirk û fars û Ereba bi kurdan re pirr kûrtir û dijwartirin..

Her ji ber vê yekê ye ku dibêjîn “PKK e ji kurdan re g…..ye û ji xelkê re g….ke”!

Pustên heman beş