Fermandarîya operasyonên hevbeş a Îraqê îro eşkere kir, tevahîya komên çekdaran ji Şengalê derketine, lê belê çavkaniyên xwecihî dibêjn: çekdarên PKK ê hêjan li navçeyê ne.
Îro dû roj li ser cî bi cî kirina peymana Şengalê a li nêvbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê derbas dibin, di rojên derbasbûyî de, çekdarên bi navê Yekîneyên Parastina Şengalê YBŞ ê yên girêday PKK ê baregehên xwe bi cî hiştine, hemdem mîlîşya Heşda Şabî jî baregehên xwe ji bo arteşa Îraqê û polîsên federal radest kirin.
Di vê derbarê de, îro roja pêncşemî 3/12/2020an, Fermandarêtîya Operasyonên Hevbeş a Îraqê eşkere kir, tevahîya komên çekdaran ji Şengalê derketine û polîsên federal erka parastina Şengalê wergirtine.
Herweha dest nîşan kir, hikûmeta Îraqê ji bo derxistina çekdarên PKK ê ji Şengalê ketîye nava hewlên mezin de, ji bo ku peymana nêvbera Bexda û Hewlêrê bi temametî were bi cî kirin.
Lê belê çavkaniyên xwechî eşkere kirine, YBŞ ê baregehên xwe bi cî hiştine, lê belê çekdarên PKK ê hêjan li navçeya Şengalê û dorbera wê de mane.
Tê zanîn paş êrîşa terora DAIŞ ê a li tebaxa sala 2014an, PKK e ketîye di Şengalê de û navenda bajêr û li gel 8 gundên Şengalê xistbûn jêr kontirola xwe.