Tirkiye dibêje 218 Gerîla teslîm bûne û PKK e bêdenge

Tirkiye dibêje 218 Gerîla teslîm bûne û PKK e bêdenge

Herku diçe revîna Gerîlayan ji nava rêzên rêxistina PKK ê dewam dike, li gor amarekê ku Tirkiyê belav kirîye, tenê di îsalê de, 218 Gerîla derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û teslîm bûne.

Li gor amarekê ku wezareta navxwe a Tirkiyê îro roja pêncşemî belav kirîye, di îsal 2020an de, hejmara 218 Gerîlayên PKK ê ji Başûr û Rojava Kurdistanê reviyane û derbasî Bakur bûne û xwe radestî dewletê kirine.

Di wê amarê de wiha hatîye gotin: Ev hejmara Gerîlayan hemû bi rêya îqna’ kirinê teslîm bûne.

Partîya Karkerên Kurdistanê weke hertim tu agahî li derbara vê yekê belav nekirine, ev amara dewleta Tirkiyê jî nederewandîye.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji bo çêkirina Şervanan pişt bestinê li ser revandina keç û zaroyan dike, ev yêk jî weke cînayet ji bal rêxistinên navdewletî ve li ser tesbît bûye.

PKK e ku banga wê yekê dike ew ji bo çêkirina Biratîya Gelan tev digere bi awayekî ku doza Kurdî jibîr kirîye, ev yêk sedema sereke a derketin û revîna Gerîlayane ji nava rêxistinê, Gerîla fêm dikin ku rêxistinê ew bi navê Kurdayetiyê xapandine.

Pustên heman beş