Artêşa Tirkiyê ji bo avakirina xalên nû yên leşkerî, karwaneke ji 30 wesayîtan pêk dihat derbasî nav sînorên parêzgeha Idlib a Sûriyê kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh artêşa Tirkiyê 30 wesayîtên din ên leşkerî û lojistîk ji dergehê Kerfer Losîn derbasî Idlibê kirin.
SOHRê daye xuyakirin ku ew karwanên leşkerî yên artêşa Tirk, li herêma bêçek û li ser rêya M4 têne belavkirin.
Li gorî amarên SOHRê tomar kirine, heta niha Tirkiyê 7 hezar û 545 wesayîtên leşkerî şandine herêmê.