Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê partiyeke nû ku tê de navê Kurd derbas dibe hat damezirandin. Partiya bi navê Partiya Demokrat a Kurd dixwaze bi piranî ciwanên Kurd bi rêxistin bike û hişmendiya neteweyî di nava ciwanên Kurd de belav bike. Partiya Demokrat a Kurd dê di 12ê mehê de bi civînek çapemeniyê damezrandina xwe ragihîne.
Serokê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akinci ragihand ku ew dixwaze mîrata neteweyî ya ku demekê li bakurê Kurdistanê gelek xurt bû careke din zindî bike û li mîrata nifşên berê xwedî derbikeve.
Reşît Akinci ji Kurdistan24ê re ragihand: “Kesayetên ku ji sala 1965an ve li ser rêbaza partiyê neteweperweriyê dikin yek bi yek ji nav me bar dikin. Ji dêvla wan de jî kadroyên nû, ciwan dernakevin. Em dixwazin li mîrata wan kesan xwedî derbikevin. Kesên wek Hemîd Kiliçaslan, Mele Îmadedîn, Derwêşê Sedo diçin lê şûna wan tije nakin. Emê li mîrata wan bi ciwanan xwedî derbikevin.”
Partiya nû ya ku dixwaze ciwanên Kurdan li hev bicivîne amaje dike ku partiyên Kurdistanî û partiyên ku di navê wan de peyva Kurd derbas dibe hene, lê kêmasiya herî mezin a partiyên Kurdan ew e ku ciwan tê de kêm in. Serokê Partiya Demokrata Kurd Reşît Akinci dide zanîn ku kadroyên wan ên ciwan têra xwe hene.
Reşît Akinci diyar kir: “Roja ku em ragihînin ku emê dest bi karê xwe bikin, wê demê dê were dîtin ku ka çiqas ciwan li dora me ne. Diruşmeya me ew e ku em dibêjin me xaka ti kesî dagir nekiriye û em li ser xaka Kurdistanê jî dagirkeran naxwazin.”
Serokê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akinci amadekariyan dike ku di 12ê meha berfanbarê de li gel damezrênerên partiyê bi civîneke çapemeniyê damezirandina partiyê ji raya giştî re ragihîne. Herwiha heta niha şaxên partiyê yên Wan, Dêrsim û Semsûrê jî di asta avakirinê de ne.