Pêtirî 2500 eskeran li dorbera Bidlîsê tên belave kirin

Li daristanên Bidlîsê operasyon destpêkir

Arteşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke nû li dijî rêxistina PKK ê li Bakurê Kurdistanê kir ku pêtirî 2 hezar û 500 eskeran têde beşdarin.

Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 5/12/2020an, arteşa Tirkiyê, hêzên cendirmeyan li daristanên Sehî yên dorbera parêzgehîya Bidlîsê a Bakurê Kurdistanê, operasyona Yildirim bi qûnaxa xwe ya 16an li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê dest pê kir.

Di vê operasyonê de, 2 hezar û 571 esker, komando, cendirme û hêzên ewlehiyê beşdarin û ji serê sibê ve dest pê kirîye.

Artesa Tirkiyê ji meha tebaxa îsalê ve, dest bi operasyona Yildirim li Bakurê Kurdistanê kir, heya niha pêtirî 70 çekdarên PKK ê têde hatine hedef kirin, PKK e jî dibêje wan bi dirbên giran di vê operasyonê de li eskerên Tirk dane.

Pustên heman beş