Ji bo ku PKK ê baştir nas bikin

Ji bo ku PKK ê baştir nas bikin

Adil Zengene, nivîskar û Pêşmergê dêrîn ê Yekêtîya Nîştîmanî a Kurdistanê, di mijarekê de bas li sedemên paşvekişîna hêzên PKK ê li Şengalê dike û dinvîse: “Sedem çi bû ku heya polîsên federal li Şengal nehatin belav kirin, PKK ê ji nû ve biryara paşvekişînê da”?.

Zengene, bas li avêtina ala PKK ê dike û bi vî awayî dest bi nivîsa xwe dike: “Paş hefteyekê ji belav bûna 4 lîwayên polîsên federal ên Îraqê li Şengalê, ji bo cîbcîkirina peymana asayî kirina rewşê li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê, ala PKK ê û wan komên mîlîşyayên din ku li ser hinek baregehan hatibû hildan, ji bal polîsên federal ve hatin avêtin.”

Her di vê mijarê de, nivîskar runahiyê dixe ser hinek xalên girîng û amaje bi wê yekê dike, “Ev hengav destpêkeke başe bi arasteya cîbcîkirina wê peymanê, lê belê cîbcîkirina peymanê mebesta vê nivîsê nîne, belku mebest helwesta PKK ê ye ku bê ku tu kavendanekê bike, ew bi avêtina alayên Partîya xwe razî dibe”, ji vê bûyerê û ji bo ku PKK ê baştir nas bikin, werin bi hevra balê bikşînin ser û fkir lê bkin.

Piştre Adil Zengene, bi hinek pirsan ku arastey xwendevanan dike, daxwaz dike xwendevan û gelê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser van kiryarên PKK ê bide û bi vî awayî dipirse:

  • Ji dema ku PKK ê xwe li Şengalê sepandî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Kurdên Êzidî ên Şengalê, ji PKK ê dixwazin ku ew weke hêzeke neşer’î û xerîb ji bo Şengalê, vî bajarî çûl bikin, lê belê PKK ê li himber vê daxwaza hikûmeta Başûr û Kurdên Êzidî ên Şengalê, gefa bikaranîna hêzê dikir û hinek sedemên pir ecêb ji bo van gefên xwe digirtin, lê ku niha polîsên federal ala Partîya wan li Şengalê avêt û jêre gotîye ku pêwîste hûn Şengalê çûl bikin, PKK e bi vê kiş û matê razî bûye û destê xwe li sînga xwe daye û ji wan re gotîye: belê fermana we wê cî bi cî bibe, çima jimêj ve dengê we nebû?

  • Ji dema PKK ê li Rojava Kurdistanê bi awayekê tekalî hinek rêveberiyên xweser ji bo xwe ava kirin, li sînorê desthilata xwe û sînorên xwe li gel Tirkiyê, xaka jêr destê xwe nekirine bingeha êrîşên ser arteşa Tirkiyê li nava Tirkiyê de, ev jî ji bo ku rêveberiyên wê yên xweser êmin bimînin, wexta Tirkiyê jî êrîşî wan kirî, dîsa her ji ber selametîya rêveberiyên xweser yên ku di dest de mane, hemû peymanên nêvbera “Amerîka – Tirkiyê” û “Rûsya – Tirkiyê”, sebaret bi vekişandina ji Navçeya Ewlehiyê qebûl dikin û ji bo heman mebestê amadeye peymanê li gel Sûriyê bike, lê belê wexta hikûmeta Başûr jêre dibêje: “Bira me li Başûr hikûmet û statoyeke yasayî û destûrî heye, tu karan nekin ku selametîya vê statoyê û vê hikûmetê bikeve jêr gefên Tirkiyê û bila êdî gelê Başûr bi teybet yên gundan û cotkarên navçeyên sînor yên nêvbera herêma Başûr û Tirkiyê zêdetir malwêran nebin, PKK e di bersivê de dibêje: Başûrê Kurdistanê bûye ciyê bi kirêgirtiyên Tirkiyê”!.

Evca paş diyar kirina van dû xalan, ji hewe xwendevanên birêz dipirsim: tû û wîjdana xwe, ev ecêndayên PKK e xebatê ji bo dike, Kurd û Kurdistanî ne, yan dije Kurd, Kurdistan û Kurdistanîyane? Ez çi nabêjim, hûn biryarê bidin.

Pustên heman beş