Serokê Partîya Ayinde a Tirkiyê eşkere dike, yê ku dewleta Tirkiyê niha birêve dibe, ne Receb Tayb Ardogane, lê belê Dewlet Baxçelî ye.
Ehmed Dawdoxlu serokê Partîya Ayinde ya opozisîyona Tirkiyê û serok wezîrê berê yê Tirkiyê di daxuyanîyekê de ji bo medyaya Tirkiyê dibêje: Dewlet Baxçelî serokê Partîya Netewe Persit a Tirkiyê MHP e, xwediyê biryarê ye li Tirkiyê, neku Receb Taybe Ardogan û dest nîşan kir, kesê ku biryarê li ser dest berdan û ji kar ladana û dadgehkirina berpirsên Tirkiyê digire, Baxçelî ye.
Ehmed Dawdoxlu di vê derbarê de pirsekê arastey Ardoganê serok komarê Tirkiyê dike û jêre dibêje: kî welatî birêve dibe? Tu yan Baxçelî?
Li gor nerîna Dawdoxlu, serokê MHP ê desthilata sîber a Tirkiyê ye û her ew welatî ji rûyê abûrî û siyasî ve birêve dibe.