Baregehên PKK ê li Amêdiyê hatin bombebaran kirin

Balefirên dewleta Tirkiyê îro baregehên çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê, bombebaran kirin.
Yek ji şêniyên navçeya Amêdiyê ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji pêgeha Darka Mazî re ragihand, îro roja şemî 5/12/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê êrîşî baregehên PKK ê li çiyayê Gare kirin.
Dest nîşan kir, êrîş li saet 4:50 ê paş êvarê çêbûye, balefiran di êrîşê de, du mûşek li aqarê gundê Girgaş xistine, ev gund dikeve çiyayê Gare li Rojhilatê bajarê Amêdiyê, bi dûratiya 10 kîlometran.
Her çend ku zirarên êrîşê nehatine zanîn, lê belê li gor dîmenên ku ji pêgeha me re hatîne şandin diyar dibe, domaneke mezin li ciyê ketina mûşeka blind bûye.
Her weha eşkere kir, ev ne cara yekemîne ev gund bi sedema hebûna çekdarên PKK ê tê bombebaran kirin, belku ev çendîn care ev gund tê bombebaran kirin, bi awayekî ku şêniyên gund êdî nikarin jiyana xwe bi aramî bibûrînin.