Arteşa Tirkiyê Li Bedlîsê operasyona Brûsk-16 destpê kir

Arteşa Tirkiyê Li Bedlîsê operasyona Brûsk-16 destpê kir

Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, bi beşdariya 2 hezar û 571 personelan dest bi operasyoneke berfireh li dijî PKKê kir.

Operasyon îro, 05.12.2020, serê sibehê destpê kir. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 2 hezar û 571 leşkerên komando û yên taybet beşdarî operasyona bi navê Brûsk-16 ya daristanên Sehiyê ku ev çend roj bûn amadekarî bo wê dihatin kirin bûne.

Parêzgariya Bedlîsê bo encamdana operasyonan, li 46 gundewarên Bedlîsê, do qedexe ragihandibû.