YBŞ e rêxistnên lîwaya “Fetih El Mumbîn” a Heşda Şabî ne

YBŞ e di lîwaya"Fetih El Mumbîn" a Heşda Şabî de ne

Pirsa derketina PKK ê û mîlîşyayên girêday wê ji Şengalê hêjan nezelale, qaîmqamê Şengalê dibêje: “Hêzên girêday PKK ê ji Şengalê derneketine, lê belê tenê ciyê baregehên xwe guherandine.”

Rojnameya “Şerqulewset” di hejmara xwe a îro roja yekşemî 6/12/2020an de, raporek li derbara Peymana Şengalê û derketina hêzên girêday PKK ê belav kirîye û têde hinek agahî li derbara vê meselê eşkere kirine.

Mehma Xelîl, qaîmqamê Şengalê ji bo vê rojnamê wiha axvî ye: “Pêvajoya cî bi cî kirina Peymana Şengalê şeklî ye û tu rastî ji bo nîne, ji ber ku Yekîneyên Parastina Şengalê YBŞ e, ji Şengalê derneketine û tenê ciyê wan hatîye veguhestin.”

Her wiha dest nîşan kir, her çend ku li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê, pêwîste YBŞ e û PKK e ji temama cugrafiyaya Şengalê werin derxistin, lê blê tişta çêbûy eve ku baregehên YBŞ ê ji navenda bajêr ji bo çiyayê Şengalê tên veguhestin, hem dem beşek ji wan tevlî Heşda Şabî bûne.

Di vê derbarê de, Dawid Cundî, endamê Encûmena Parêzgehîya Neynewayê yê Şengalê, ji bo rojnameya “Şerqulewset” gotîye: “Peymana Şengalê bi başî tê cî bi cî kirin, polîsên federal ciyê YBŞ ê girtine, li gor peymanê pêwîste YBŞ e li navenda bajêr nemîne, lê di rastî de, ew beşekin ji Heşda Şabî û tu kes û alîyan maf nîne daxwaza derxistina wan ji tevaya cugrafiyaya Şengalê bikin”.

Çavkanîyekê berpris ji Şengalê ku nexwestîye navê wî were eşkere kirin ji bo rojnameya “Şerqulewset” axvî ye û gotîye: “YBŞ e ya girêday PKK ê, niha bi fermî beşeke ji Heşda Şabî di çarçûveya lîwaya “Fetih El Mubîn” de, ev hêz ji sala 2018an ve, pereyên xwe ji fermandarêtîya Heşdê distînin, lê belê paş îmze kirina Peymana Şengalê li nêvbera Hewlêr û Bexdayê, navê lîwaya “Fetih El mubîn” ji bo lîwaya 80 hatîye guherandin”.

Dest nîşan kir, niha hejmara çekdarên YBŞ ê nêzî 3500 çekdarane û Heşda Şabî wan weke beşekê rêxistinên xwe dizane.

Pustên heman beş