Roja înê şandeke ji Parlementoya Federal a Belçîka û hin nûnerên saziyên sivîl serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberîya Xweser li bajarê Qamişlo kirin.
Şandeya Beçlîkî ji her Dû endeamên perlementoyê George Dalmani û Queen Mesto, her wiha rêvebirê sê sazîyên sivîl.
Şande ji aliyê hevserokê Desteya têkiliyên derve Ebdulkarîm Omer, û cîgirê hevserokatîyê, Fener El-kiêt û nûnera Rêveberiya Xweser li Ewrupayê Mizgîn Ehmed ve hate pêşwazîkirin.
Piştî pêşwaziyê her du aliyan civîneke girtî ji ragihandinê li dar xistin.
Piştî civînê her Dû endeamên perlementoyê George Dalmani û Queen Mesto armancên hatina xwe û mijarên civînê bi daxwiyaniyekê dane raghandin.
Li gorî jêderekî ji rêvebirîya xweser doseya vegirandina zarokên malpatên Daişê yên hemwelatîyên Belçîkî mijarê gotobêjane. Pêşbîne ku dê hejamarek zarok dê vegerînin welatê wan.
Hate zanîn ku dê şande 5 rojan li herêmê bimîne û di pîlana xwede serdana hin saziyên Rêveberiya Xweser, kampên penaberan û her wiha Kampa Hol û Roj jî bike.