Meral Akşener: Hilbijartin Hezîrana 2021ê de ne!

Meral Akşener: Hilbijartin Hezîrana 2021ê de ne!

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener beşdarî bernameyeka Karar Tv bû. Akşener li ser rewşa Tirkiye dîtinên xwe gotin û da xûyakirin ku, barê Tirkiye û Erdogan gelekî giran bûye. Ew nikarin bi vê sistema serokkomariyê Tirkiye heta sala 2023ê bibin. Herweha dengdarên AKPê hêdî ne wek berê ne, natirsin. Berê ditirsan ku dê desthilat wan ji kar bavêje û destdeynê li ser nanê wan. Lê niha ew tirs nemaye û AKP hêdî dengên ku berê distane ne mimkine ku cardin bistîne.

Akşener di derbarê tifaqa AKP û MHPê de jî got: Ew tifaqa Cumhur ne tenê ji AKPê û MHPê pêktê. Herweha partiya Dogu Perinçek jî di nav vê tifaqê de ye. Wek din Partiya Tirkiye ya Mezin jî di nava tifaqa wan de ye.

Akşener îdia kir ku dê hilbijartinên giştî, sala 2021ê di meha Hezîranê de çêdibin. Akşener got ku, Erdogan hij zivistanê nake, dê havînê de hilbijartina bide çêkirin.

Pustên heman beş