Amerîka û Fransa bi Japonyayê re li dijî Çînê rahênana leşkerî dikin

Amerîka û Fransa bi Japonyayê re li dijî Çînê rahênana leşkerî dikin

Li gorî ragihandina medya Japon, hêzên deryavaniya Amerîka, Fransa û Japonyayê sale bê meha Gulanê rahênaneke hevbeş li dijî zêdebûna hêzên Çînê li deryayan pêk tînin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku cara yekem rahênaneke leşkerî ya hevbeş di navbera hersê welatan de pêk tê ku di şerê duyem ê cîhanê de Amerîka û Fransa li dijî Japonyayê di şer de bûn.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku sedema wê rahênana hevbeş zêdebûna hebûna hêzên Çînê û tevgera wan e.

Li gorî nûçeya rojnameya Sankeiyê wê di rahênanê de ji bilî senaryoyên karesatên sirûştî senaryoyên parastina şer jî birêve biçin.

Hat ragihandin ku wê rahênana hersê welatan li giravên Deryaya Rojhilatê Çînê yên Japonyayê bê pêkanîn.

Pustên heman beş