Girûpên çekdarên opozisyona Sûriyê yên Tirkiye piştevanîya wan dike, 12 welatyên Şêrawa a navçeya Efrînê li Rojava Kurdistanê revandin, armanc ji vê revandinê, naçar kirina welatîyane ku koçber bibin ji bo ku guherîna demugrafî serbikeve.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El-Şam roja 4ê vê mehê bi ser gundên Basûfan, Bi’iyê û Kibêşînê yên navçeya Şêrewa de girtin û dest bi bihaneya lêgerîn û pişknînê ketin malan û zêdetir ji 10 kesan revandin.
Ji kesên hatina revandin, navên 7 kesan hatin zanîn, ew jî ev in:
– Li gundê Kibêşînê: Samir Mamed Husên, Basil Mamed Husên, Elî Kazim Elî, Ehmed Hindî Hindî.
– Li gundê Basûfanê: Riyad Elî Cuma, Rêzan Îbrahîm Erebo, Dilbirîn Erebo.
Wê rêxistinê da ragihand jî, 2 welatiyên Efrînê Welîd Abid û Mihemed Hesen Şêx Sadiq ji roja 3ê vê mehê ve li bajarê Ezazê hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar j revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.