Îranê îro ev ciwanê Mehabadê bi darvekir

Rejîma Îranê îro cezayê darvekirinê li ser ciwanekê Kurd yê xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî a bajêr cî bi cî kir û roja çarşemê wê ciwanek dinê Kurd li heman girtîgehê bihêt darvekirin.
Li gor raporta komeleya Mafê Mirovan a Hengaw îro ber bi sibehê ve cezayê darve kirina Kemal Exserî yê xelkê Mehabadê li girtîgeha navendî ya wî bajarî hatiye bicîh anîn.
Kemal Esxerî li gel dû hevalên xwe ên din yên bi navên “Danyal Dwanî Azer û Danyal Zeynel abdîn” li roja 22ê îlona 2017an bi sûça kuştinê hatbûn desteser kirin.
Ew hersê ciwan piştre ji aliyê dadgeha tewanên Mehabadê ve cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn û piştre ew ceza ji aliyê baskê 37 ê dîwana bilind a Îranê ve hatibû pejirandin.
Kesekî din di wê dosyayê de beşdar bibû cezayê 10 sal girtîgehê jê re hatibû dayîn.
Danyal Zeynel Abidîn jî di dema ji girtîgeha Mehabadê re bo girtîgeha Miyanduwaw re dihate veguhestin di bin îşkenceya hêzên ewlehiyê de hate kuştin.
Li gor heman çavkaniyê biryare roja çarşemê jî cezayê darve kirina tometbarê din ê vê dosyayê yê bi navê Danyal Dîwanî Azer li girtîgeha Mehabadê dê bê bicîhanîn.