Yekêtîya Ewropayê danustendunan duke ji bo ku cezayên abûrî li ser dewleta Tirkiyê bi sepîne, ev yêk bi sedema zêdebûna karên îstifzazî ên Tirkiyê ne li rojhelata Derya Navîn.
Yekêtîya Ewropayê îro roja dûşemî 7/12/2020an li ser asta wezîrên derve, nîqaşa sepandina cezayên abûrî li ser Tirkiyê dike, bi sedema karên lêgerîna petrolê û xazê ku li rojhelata Derya Navîn tên meşandin.
Di cvîna îro de, wezîrên derve yên dewletên endam di Yekêtîya Ewropayê de, nirxandinê ji boy van karên Tirkiyê dikin û pirojeya sepandina cezayan nîqaş dikin.
Civîna îro amadekarîya civîna serkirdeyên dewletên Ewropayê ye ku tê pêşbînî kirin li rojên 10 û 11 vê mehê li Broksilê birêve biçe.
Di vê derbarê de, wezîrê karên derve yê Almanyayê daxuyanî daye û got: sepandina cezayan li ser dewleta Tirkiyê di civîna wan ya îro de tê nîqaş kirin, ji ber ku di mehên rabûrî de, Tirkyeyê tu hengav ji boy kêm kirina alozîyan li rojhlata Derya Navîn ne avêtine.
Wezîrê Almanyayê herwiha dest nîşan kir, Almanyayê ji bo çêkirina gotubêjan li nêvbera Tirkiyê û Yekêtîya Ewropayê ketîye nava hewlên mezin de, lê belê Tirkiye dev ji karên xwe yên îstifzazî bernade bi taybet li gel Qubrisê û Yewnanistanê.