Çavkanîyekî ji “Encûmena Leşkerî ya bajarokê Ain Isa” li Sûriyê roja duşemê (7ê Kanûnê) eşkere kir ku hêzên Rûsî bi fermî ji hêzên Sûriya Demokrat, ku wekî “QSD” tê nas kirin, xwestin ku bajarokê Ain Isa li gundewarê bakurê Reqayê radestî hêzên rejîma Sûrî bikin.
Yek ji serokên civata leşkerî ya Ain Isa, ku nexwest navê wî were eşkere kirin, got ku du roj berê civînek li bingeha Rûsî bi beşdariya Efserên Hêzên Kurd, Efserên Rejîma Sûrî û karbidestên artêşa Rûsî li bajarokê Ain Isa hate li dar xistin. Di wê civînê de, Efserên Rûsî Serokên hêzên Sûriya Demokrat agahdar kirin ku gefên Tirkiyê li ser êrîşkirina bajar ciddîne û bangî hêzên Sûriya Demokrat kir ku rêveberiya îdarî û leşkerî ya navçeyê radestî hêzên rejîma Sûrî bikin da ku gefên Tirkiyê asteng bikin.
Li gorî çavkaniyê, aliyê Rûsî hinek pêşniyar pêşkêşî serokên QSD ê kirîne, di nav de ji wan xwest ku navendek ewlehiyê li bajarokê ava bikin û ala Hikûmeta Sûrî li ser hemî avahiyên îdarî, nivîsgeh û saziyên hundurê bajêr hildin, wek ku li bajarên Qamişlo û Hesekê ev kare hatiye kirin, da ku bi vî awa pêşî li êrîşa gengaza Tirkiyeyê bigirin.
Rojnameya Asharq Al-Awsat bi veguhastin ji vê çavkaniyê ragihand ku biryare serokên hêzên Sûriya Demokrat derbara vê pêşniyara Rûsya bifikirin, lê çavkaniyê destnîşan kir ku dibe ku hêzên QSD ê pêşniyara Rûsî red bikin ji ber ku Tirkiye û aliyên wê yên dilsoz ji Rûsya xwestibûn ku şervanên QSD ê 32 KM ji txûbê Tirkiyê dûr bikin. Lê bajarokê Ain Isa bi qasî 37 KM dûrî txûbê Tirkiyê ye.
Bajarokê Ain Isa ji bilî cîhê xwe ê stratejîk, ji ber pirojeya “Rêveberiya Xweser” ya kurdî li rojhilatê Sûriyê, xwediyê cîhek siyasî ê taybetî ye jî. Ger bajar bikeve destê Artêşa Neteweyî ya Sûrîya ku Tirkiye piştgiryê dide wê, ev tê wateya derbeya dawî û bidawîkirina pirojeya desentralîzasyona îdarî li rojhilatê Sûriyê.
Bajarokê Ain Isa şaneya serekeya rêveberiya xwesera kurde, ev bajar ber bi otobana ku parêzgehên Heleb, Hesekê û Reqa li bakurê rojhilatê Sûriyê bi hevre girêdide, dinêre.
Giringîya stratejîk û zêde ya vê herêmê her dem bûye sedema nakokîyan dinavbera Rûs û Tirkan.
Tirkiye yekîneyên Sûriya demokratîk wekî komek terorîstî a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne.