Hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê deriyekî sînorî yê ku artêşa Tirkiyê li hemberî navçeya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê vekiribû dorpêç kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, doh 6ê Kanûnê artêşa Tirkiyê dergehê Xerzê yê sînorî li hember navçeya Amûdê vekiribû ku tenê 10 m dûrî rêya giştî ya bejahî ye.
Hat zanîn ku hêzên Rûsyayê xendek li hember dergehê Tirkiyê vekiribû kolandin û xistin bin dorpêça xwe.