Civîna sêalî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ya li Hewlêrê bi dawî bû û hefteya bê, şandeke siyasî dê biçe Bexdayê.
Nûçegihanê Kurdistan24ê Newres Ebdulla ragihand; li gor zanyariyan, xala yekem ji wê yekê pêk dihat ku pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di danûstandin û gotûbêjên ligel hikûmeta Iraqê de were piştevanîkirin li ser projeyasaya budceya 2021ê, da ku bikarin maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê dabîn bikin. Hefteya bê jî, şandeke siyasî dê biçe Bexdayê.
Xala duyem; yekdengî û yekgotinî û destnîşankirina ajendayeke hevpar bû, li ser hemû wan mijarên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, da ku Kurd li Parlementoya Iraqê weke pesendkirina yasaya deyn, yekdeng bibin û li hember Bexdayê helwesta wan yek be.
Derbarê xwepêşandanan de jî, rewşa navxwe ya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û dê hewl were dayîn ku bigihin çend biryarên hevpar di berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê de bi arasteya asayîkirina rewşa siyasî, ji bo jiholêrakirina nerazîbûn û hewldana çareserkirina kêşeyan.