Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ragihand, dû enî li Başûrê Kurdistanê avabûne, enîya parêzerên Kurdistanê û enîya nahezan ku dixwazn ev statoye were têkbirin.
Serok wezîr Mesrûr Barzanî îro di konifranseke rojnamevanî de behsa rewşa darayî ya vê dawiyê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir, hem dem bûyerên ku niha li Başûrê welat tên jiyan kirin.
Serokwezîr di konferansa rojnamevanî de ragihand, «Îro civîna Encûmena Wezîran li ser du mijarên girîng bû, Herwiha guftûgo li ser wan bûyerên nexwastî yên rojên borî rû dane û danûstandinên di navbera Başûrê Kurdisanê û Hikûmeta Federalî li Bexdayê hatin kirin».
Mesrûr Barzanî got: «Bi me xweş e ji welatiyan re behsa wan rastiyan bikin, di serî de ez dixwazim serxweşî li hemû kesûkarên qurbaniyên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane bikim».
Herwiha got: «Em wek Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, me her hewlek daye da ku çareyeke guncaw ji bo arîşeyên ku rastî Başûrê Kurdistanê hatine bibînin û vê rewşa ne libar ser raest bikin, Ji alîyekê din ve, her hewlekê didin ji bo bi Hikûmeta Iraqê re li ser bingeha mafên destûrî yên gelê Başûrê Kurdistanê, bgihin rêkeftinê».
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: «Em li gel hemû mafên destûrî û yasayî yên gelê Kurdistanê ne, piştevanîya xwepêşandanên asayî, şaristanî û aştiyane yên gelê Kurdistanê dikin, em dixwazin ku mirov azad be di derbirîna bîr û baweriyên xwe, lê bi rengekî ku azadiyê binpê neke û mafên kesên din înkar neke».
Got jî: «Tişta ku me dîtiye, mixabin xelkekî di rewşeke nexweş de dijîn û têdigihin nîgeraniya wan, bi taybetî hin kesan xwe xistin nava xwepêşandanan û li şûna ku bi awayekî aştiyane protesto bikin, bi tundî kirin».
Mesrûr Barzanî tekez kir: «Em weke Hikûmeta Başûr di yek demekê de piştgîriya xwepêşanderan dikin, lê di heman demê de erkê aramiya welat diparêzin, ez daxwazê ji hemû xwîşk û birayên xwe dikim, ku têbigihin vê rewşa nexwestî ya Herêma Kurdistanê».
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: «Pirsgirêkên me ne tenê mûçeyê ye, çend sal in mafên me tên binpêkirin, me destûrek heye û me her dem daxwaza bicihanîna destûrê kiriye, da ku mafên xwe misoger bikin».
Got jî: «Ez daxwazê ji wan kesan dikim, yên ku xwepêşandanan dikin û ewên ku li mala xwe rûdinên û li hêvîya xweşbûna rewşê ne, alîgir û piştevanên me bin, da ku em çareyeka guncayî ji arêşeyan re bibînin»
Da zanîn jî: «Hikûmet bi dengê we hatiye dirustkirin, Hikûmet berî her kesî xemxurê pirsgirêkên xelkê Kurdistanê ye, hikmetek e ji bo xizmeta we dixebite, hikûmet ji her kesî zêdetir li aliyê gel e».
Herwiha diyar kir: «Niha du alî hene, bereyê parêzerên Kurdistanê û bereyê wan nehezên ku dixwazin vê kirîzê tevlihev bikin, ez bawer im ku piraniya gelê Kurdistanê yên ku ji bo dirustkirina vê ezmûnê qurbanî dan, ne amade ne vê ezmûnê têk bidin».