Caşên Başûr û xwepêşandanên gelê miflis
Caşên Başûr û partiyên ku hevsarê wan di destê dijberên Kurdistanê de, sûnd bi têkdana take perçeya azad a welat xwarine, ev caş weke tevnipîrkê tevnê xwe xistine her der û alî, ne tak, ne civak û ne jî gel, ji pîlan û senaryoyên wan ên genî qurtal nebûne, gihaye astekî êdî gelê miflis jî nikare bi sedema wan dengê xwe bike û parîyek nan bixwaze.
Ev çend rojin bi sedema nebûna mûçeyan, xwepêşandan li hinek navçeyên devera Kesk ji hêla beşekî wezîfedarên Hikûmeta Başûr û gelê miflis ve tên meşandin, xwepêşandan ku mafekî rewaye û di yasayên Başûrê welat de rê pê hatîye dayîn, lê belê weke hertim, ev xwepêşandan hêjan di qada amadekarîyan de bûn, wexta ku destên qirêj ên caşên Başûr û dardestên dijberan ketine têde, wan semta xwepêşandanan guherand, bi awayekî ku daxwaz kirina mûçeyan nema rojev û êdî armanc bû şewtandina baregehên hîzbî, hikûmî û lêdan û berbaran kirina kalemêran.
Gelo ev çî ye li Başûrê welat di qewme?
Caşên Başûr dixwazin çi bikin?
Kîjan şikestin bi çêkirina vê rewşê tên veşartin?
Ev rewş ji boy kê firsete û ji boy kê astengî ye?
Emê di vê raporê de bersiva van pirsan bidin û hinek agahîyan taybet li derbara wan caş û aliyan zelal bikin, hem wext civîna nihênî a ku van caşan ev pîlan têde amade kirî, ew caşên soz û peyman bi seyid û axayên xwe day ku rê nedin Başûr rihet bibe.
Li destpêkê tu gumanek nîne ev xwepêşandanên ku li rojên rabûrî çêbûne, amanc jê daxwaza mûçeyan û başkirina jiyara gelê hejar bû, lê belê hinek aliyên dest nîşan kirî bi hewl û pîlanên caş û partiyên ne Kurdistanî weke hertim, xwestin ji vê rewşê û li ser birînên wezîfedarên hejar firsetekê çêkin û berjewendiya bi dest bixin û bi vî rengê li xwarê diyarkirî:
Ji hêla Yekêtîya Nîştîmanî a Kurdistanê ve, girûpa Lahor Şêx Cengî
Rêxistina PKK ê bi serkêşiya Cemî Bayik ve.
Ji hêla Tevgera Goranê ve qadroyên li bin tesîra lahor Şêx Cengî
Komela Îslamî a Kurdistanê
Tevgera Newey nû û Şasiwar Ebdulwahid
Caş parlementerên Kurdistanê li Bexdayê
Her di zû de û hêjan xwepêşandan di qada amadekarîyan de bûn, van aliyan destên xwe xistin têde, amanc û awayê cî bi cî kirina amancê hatin dest nîşan kirin, ya rast van aliyan hemahengî hebû, li rojên bera destpêkirina xwepêşandanan, civînên duqolî û sêqolî li asta qadroyên hêla jûr pêkanîbûn, erk hatin dabeş kirin û nexşerê hat diyar kirin.
Di xwepêşandanan de bi taybet li navçeyên “Pîromegrûn û Seyd Sadiq” yên sînorê parêzgehîya Silêmaniyê, şewitandina baregehên Partîya Demokrata Kurdistanê hedef bû, bargehên Yekêtîya Nîştîmanî hatin şewtandin, lê belê ev yek beşekî pîlanê bû, ji bo ku Lahor Şêx Cengî û girûpa xwe nehên sûçbar kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, hinek agahiyên taybet li derbara xwepêşandanên “Pîremegrûn û Seyd Sadiq” bi dest xistine û li gorî wan agahîyan, qadroyên YNK ê ji balê Lahor Şêx Cengî li gel nûnerên rêxistina PKK ê û Newey Nû, beşekê Tevgera Goranê û Komela Îslamî li roja 2î vê mehê li Silêmaniyê, li mala hevrêyekê Polat Şêx Cengî yê birayê Lahor Şêx Cengî civîya bûn.
Di wê civînê de, ew baregehên hîzbî yên PDK ê, YNK ê û Goranê hatin dest nîşan kirin ji bo ku werin şewtandin, ji bo encam dana vî karî, qadroyên hêla jûr hatin erkdar kirin, van aliyan biryar da roja şewitandinê YNK e, Goran û Komele wan baregehên ku wê bibin armanc çûl bikin û dukomêntên xwe ji wir bibin.
Hem dem li ser PKK ê jî pêwîst kir ku daxuyaniyekê bide û bibêje ku saziyên wan ên medyayî ên mîna ROJ NEWS ê, TEVDA PRÊS ê li Silêmaniyê hatine daxistin, lê belê ev dereweke şaxdar bû, ji ber ku van ajansa ji destpêka xwepêşandanê û pîlanê, weşana zindî dikir û nûçeyên berevajî kirina rojevê servîs dikirin.
Her di vê civînê de, telîmat ji bo caş parlementeran hatin şandin ku li Bexdayê hewlên xwe yên kirêt kirina rûyê Kurdistanê bihêztir bikin.
Emê bi kurtasî basî sedem û amanca van aliyan bikin, kanê dixwazin ji vê rewşê çi êncamekê bi dest bixin.
Yek: rêxistina PKK ê
Rêxistina PKK ê bi taybet balê Cemîl Bayîk, telîmat ji boy grûpa Lahor Şêx Cengî şandibûn, PKK ê xwest ji vê xwepêşandanê sûdê wergire û vê firsetê ji bo êrîş kirina ser PDK ê ji dest nede, ya rast PKK ê dixwest çendîn meselyên din bi çêkirina vê rewşê bipeçine ew jî evin:
Veşartina şikestinên eskerî li Heftenînê
Veşartina mesela radest kirina Şengalê a vê dawiyê.
Firseteke weke hertim ji bo êrîş kirina ser PDK ê û Hikûmeta Başûr.
Du: Balê Lahor Şêx Cengî
Ji hêla xwe ve, Lahor Şêx Cengî xwest ji vê rewşê vê sûdê wergire:
Veşartina şikestinên nav mala YNK ê ku bertewazîyeke mezin ketîye têde
Veşartina dahatiyên gomirkan li Devera Kesk
Rawestandina Pirojeya Reformê ya Hikûmeta Başûr, ji ber ku ev reform derbeyeke mezine li ser Lahor.
Razîkirina hîzbên Şî’e li Bexda û axayên Tehranê.
Sê: Komela îslamî
Komela Îslamî a Kurdistanê jî tevlî vê pîlanê bû, çavkaniyên pêgeha me agahî wergirtine ku di seredana Emîrê Komelê û şanda pêre a 6 Oktobera rabûrî ji bo Bexdayê û civîna wan a li gel serkirdeyên Şî’e ên nêzî Îranê, nîqaş li ser dû meseleyan hatibû kirin:
Kirîzên nêvbera Hewlêr û Bexdayê
Hilbijartinên pêşwext
Di wê seredanê de, Komela Îslamî dehan milyon dolar ji berpirsên Şî’e ên Îraqê wergirtin û ji ber wê sedemê ew tevlî vê pîlanê bûn.
çar: Caş parlementerên Başûr li Bexdayê
Caş parlementerên Başûr li Bexdayê ji ber van sedeman tevlî pîlanê bûn:
Nêzîk bûna dema hilbijartinan ku dixwazin atîfa gel ji bo xwe rakêşin
Hîzbên Şî’e dosiye û dukomêntên exlaqî li ser wan hene
Ew raste raste ketine jêr tesîra hizbên Şî’e û pereyan ji bo vê xwefiroşîya xwe werdirgirin.
Ev xwepêşandan eger çi li jêr navê xwestek û pêwîstîya mûçe û debara jiyanê dest pê kirin, lê belê jêr bi jêr caşên Başûr pîlaneke qirêj li ser Kurdistanê û hikûmeta wê di meşand, heger ne, ji xwe şewitandina baregehên PDK ê li Devera Kesk ev nêzî 10 salane dewam dike,
Ma qey li sala 2011an wexta baregehê PDK ê li Silêmaniyê hatîye şewtandin kirîza darayî hebû?, di xwepêşandanên rojên rabûrî de jî, raste baregehên YNK ê û Goranê hatin şewitandin, lê belê yên PDK ê pêtir şewitîn,
qadroyên PDK ê bûn hatine bê rumet kirin, ne yên YNK ê û Goranê, caşên Başûr dixwazin bi çêkirina vê rewşê, meseleya rast ji bîra gel bibin, dixwazin ji gel re bêjin ku ev PDK e û Hikûmeta Başûre nan û mûçeya hewe qut kirîye, ne hikûmeta Îraqê ya ku bi temametî bi fîta Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê tev digerît.
Tişta ecêb di vê gêleşoka îxanet û qirêjê de, Yekgirtû a Îslamî a Kurdistanê bû ku ev hîzbe bêy ku bizane ev çî ye di qewme, xwest ji bo xwe vê rewşê bi firset bizane, ew hind vêra gihîşt ku medyaya xwe bixe li jêr xizmeta vê pîlana caşan û nûçeyên wan servîs dikirin, Yekgirtû wiha di fikirî ew dikare bi vê yekê, şikestina xwe ya hilbijartinên rabûrî yên parlemena Îraqê pê bi veşêre.
Bi kurtasî yên ku baregehên PDK ê û Hikûmetê di van xwepêşandanan de şewitandîn, ne wezîfedarên hejar bûn, yên li ser cadê li kalemêran xistîn û berbaran kirîn, ne gelê miflis bû, qadroyên Lahor ê caş û dûvelankên wî bûn, ji xwe çi pêwîstîya wezîfedarekê hikûmetê bi lêxistina kalemêrekî heye,
Gelo kengî bê rumet kirina kalemêran ji kultûrê takê Kurd bûye, bê guman em dibêjin nexêr, ev kultûr yê caş û neyarên gele, yên ku dixwazin ne tenê rewşa Kurdistanê xerab bikin, belku dixwazin fikarên xwe yên qirêj di mejîkê takê Kurd de biçînin, ev jî belgeyeke haşahelnegire ku gotina dibêje “Partîyên Devera Kesk terora fikirî ava dikin”, rastîyeke mîna çavê rojê ye.