Cesedê zaroyekê Kurdê Efrînê li sînorê li gel Tirkiyê tê dîtin, Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, ew bi gulleyên cendirmeyên Tirk hatîye hedef kirin.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan belav kirîye, ew zarokê herêma Efrînê ku duh roja çarşemî 9/12/2020an cesedê wî li sînor hatîye dîtin, ji hêla cendirmeyên Tirk ve hatîye hedif kirin.
Dest nîşan kir, ev zarok ku di temena 10 saliyê de bû, hewla derbas kirina sînor û çûna Tirkiyê dikir, lê blê cendirmeyên Tirk gulle berdanê.
Her wiha eşkere kir, cesedê vî zarokî li nêzî gundê bi navê Hemam yê girêday Efrînê hatîye dîtin.
Li gorî Nerîngeha Sûrî, li 13 meha rabûrî jî, zarokekê Efrînê li nêzî navçeya Nisiriyê a li sînorê Tirkiyê ji bal cendirmeyan ve hatîye hedef kirin.