Statuya Herêma Kurdistanê Meşrû e An PKK e?

Statuya Herêma Kurdistanê An PKK Meşrû ye?
  • Aladin Dêriki 

Nasnameya Herêma Başûrê Kurdistanê û ya PKKê çi ye?

Beriya her tiştî divê em civaka kurd nasnameya statuya Herêma Kurdistanê û ya PKKê pênase bikin. Da ku hûn bibînin û bizanin bê kî mafdar e, kî bê dizên mala kurdare hevpeymantî dike .

Herêma Federal a Kurdistanê bi bizaveke demdirêj bûye xwedî nasnameya meşrû ya navneteweyî. Li başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mistefa Barzanî li sala 1946an PDKI hatiye damezrandin. Di encama berxwedana gelê başûrê Kurdistanê da dewleta Iraqê bi peymana 11.03.1970an statuya otonomiyê ji bo kurdan qebûl kir.

Li sala 1991an li dijî  dewleta dagirker a Iraqê gelê başûrê Kurdistanê rabû serhildanê û bi raperîna gel dawî li îdareya dagirkeran hat û  wek dîfakto herêma serbixwe îlan bû.

Bereya Kurdistanî anku serkirdeyên PDK, YNK û 8 partiyên din di meha 12. a sala 1991an da biryara damezrandina Parlementoya Kurdistanê da. Piştî hilbijartina 04.06.1992an Parlementoya Kurdistanê yekemîn rûniştina xwe pêk anî.

Piştî hilweşandina desthilatdariya partiya BAAS a Sedam Huseyin di 30ê meha12an a sala 2005an bi referandûmê di makezagona nû ya Iraqê de dewleta Iraqê wek dewleteke federal hat binavkirin, her wiha Herêma Başûrê Kurdistanê ya Federal bi vî awayî di qada navneteweyî da bi xwedî meşrûhiyet.

Di 25.09.2017an da rêvebiriya Herêma Başûrê Kurdistanê bi proseyeke demokratîk û rewa ji hemwelatiyên Kurdistanê pirsî ew serxwebûna Kurdistanê dixwazin an na. Ji sandoqên referandûma serxwebûna Kurdistanê ji sedî 93 dengên erê derketin. Miletê kurd îlan kir ku ew dewletbûna Kurdistanê dixwaze.

Ev rapirsiya serxwebûnê di dîroka Kurdistanê da û her wisa ji bo raya giştî ya cîhanê bû belgeyeke dîrokî. Cara yekemîn bû miletê Kurd bi rêyên rewa daxwaza serxwebûnê radigîhand.

Wateya encama referandûma 25.09.2017an ev e. 

Ji bilî daxwaza serxwebûna Kurdistanê tu nerînên kes û kom û komele û partiyan êdî ne meşrû ye.

Herêma Kurdistanê, parlemento, al, wek hêza parastina Kurdistanê pêşmerge, hikûmet, serokatiya herêmê û asayîşa civaka Herêma Kurdistanê di zagonên Iraqa federal da diyarkirî ne.

Ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê bi destê desthilatiya herêmê bizavên diplomatîk berdewam dikin.

PKK çi ye? Daxwaza çi dike? 

PKK li sala1978an li bakurê Kurdistanê bi manifestoya serxwebûna Kurdistanê hatiye damezrandin.

Li sala 1984an li bakurê Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kir. Bi hinceta şerê PKKê dewleta Tirkiyeyê li seranserê bakurê Kurdistanê bi hiquqa leşkerî potansiyela azadîxwaz a civaka kurd tasviye kir. Herî dawî bi projeya hemahengiya bi dewletê ra li bajarên ku hesta Kurdistanî lê bilind li ber deriyên kurdan kortal kolandin, navê berxwedana xendekan lê kirin.  Armanc ew bû şaredariyên bi hilbijartinan ketibûn îdareya kurdan hilweşîne.  Bajarên kurdan li ber çavê cîhanê kirin hedefa lûleyên tanq û topên dagirkeran, bajarên kurdan wêran bû, civaka kurd hat çewisandin.

Hizra niştimanî vegerandin ser biratiya gelên ne kurd.

Bi taybetî piştî Evdila Ocelan got dayika min tirk e xwe û nasnameya kurd tune kir. Bi mêjî û ruhê xwe teslîmî sîstema dewleta tirkîtiyê bû, ji Mehmet Akifê sirûda tirk nivîsandibû zidetir xwe xist xizmeta tirkbûniyê.

Soz da tirkan ew ê hewl bide Bakur, Başûr, Rojava, heta kurdên li Kafkasyayê têxe xizmeta tirkbûniyê.

Herçiqas Osman Ocelanî got “na, dayîka min kurd e,” lê ben qetiya.

Tevgera kurd û civakê bi bê dengiya xwe projeya tirkbûniyê qismen qebûl kir.

Divê civaka kurd ji xwe pirs bike çawa kesekî wek Evdila Ocelan wek rêberê gelê kurd bi nav kiriye. Yekî ku xiyanet li nasnameya dayîka xwe ya kurd kiriye wê çawa mafên dayîka gelê kurd biparêze?

Evdila Ocelan li Îmraliyê hevdîtinên bi efserê tirk Atila Ugur va çendîn caran plangeriyên berfireh kirine bi mebesta rêveberiya PKKê bixe bin kontrola dewleta tirk û vîdyoyên wê jî di înternetê da îspatkirî ne. 20 sal li ser vîdyoyên serokê  PKKê ra derbas bûye, diyar bûye ku ev rêxistin di bin kontrola kê da tê birêvebirin. Lê ya herî sosirmet ew e tevgera kurd, medya kurd û civaka kurd çavê xwe û zimanê xwe ji tazîbûna kralê bêbingeh ra digre.

Her çiqas carekê endamê mekteba siyasî ya PDKê Fazil Mîranî di axiftineke xwe da gotibû em dizanin li Îmraliyê di destê Evdila Ocelan da telefon heye lê em nizanin marka wê çi ye.

Her wiha Hêmin Hewramî li ser medyayê gotibû der heqê rêveberiya PKKê da zêdetir belge ber destê me hene, dema pêwîst be em ê eşkere bikin.

Bê gûman ji bona Civaka Kurd neyên xapandin li ber destê kê çi rastî hebe divê were eşkerekirin da ku bergî li ber tikdariya were girtên.

Baştirîn rêbaz ji bona xûndarî di nava civaka kurde peyda nebe bergî lê bê girtên, Bi giştî divê tevgera kurd û taybetî Medya kurd rola tikgihaştina rojev û bûyerên diqewime bi hurgilî ji civaka kurd were eşkerekirin da ku listika tikdara li ser civaka kurd vala û pûç were derxistêin.

Civaka Kurd ji bo rastî û armanca PKKê binase divê li encamên piratîk û hevpeymanên PKKê binêre.

PKK li ku derê xwe diyar kir xwe li wê derê ranegirt di encamê de dewleta tirk li şûna wan bi cih bû, derbasî kuderê bû dewleta tirk li dû xwe kişand wê derê.

Bi navê pêvajoya aşîtiyê PKKê hêza xwe derbasî Başûr kir gav bi gav di kûraniya Başûr da ji lawaztiya rêxistinên sereke yên Başûr xwe di valatiya serwerî da bi cih kir. Tevdeka partiyên kurdan jî temaşe kir.

Di pêvajoya bi navê bihara Erebî li Sûrî dema gel li dijî rêjîma Esad dest bi xwepêşandanan kir herêma Rojava ji bo azadiya xwe derfet hesiband û kurd tev li xwepêşandanên hilweşandina rêjîma Esad bûn. Rêjîma Esad ji bo serkutkirina kurdên azadixwaz PKK dawetî Rojavayê Kurdistanê kir. Bi wekalet herêma Rojava teslîmî PKKê kirin.

PKKê xwe li pêşiya xwepêşandanên li dijî rêjîma Sûrî kir mertal, çalakvanên kurd girtin, kuştin û kurd ji rojavayê Kurdistanê sirgun kirin. Tevgera kurd dîsa bi bêdengî û bi stûxwarî temaşe kir.

PKKê li ser navê rêveberiya PYDê ji bo parastina rêjîma Esad herêma rojavayê Kurdistanê kontrol kir.

PKKê û PYDê li ser navê kurd erdnîgariya Kurdistanê bi civînekê kir bakurê Sûrî!. Bi biryara guherandina navê erdnîgariya dîrokî xwe bi dagirkeran û dijberên nasnameya kurd kir hevpeyman.

Heya wê rojê ji bilî rejimên dagirker ên ereb û ecem û tirk kê ji Rojavayê Kurdistanê ra digot Bakurê Sûrî?

Mixabin bi giştî tevgera kurd dîsa bê deng û bê helwest ma.

PKK li kuderê derket pêş li wê derê tirk ereb, ermenî, suryanî li ser keda kurdan di bin argumenta biratiya derewa ya gelan kirin rêveberên kurdan, jiyan û menfìyeta wan hat parastin, lê di heman demê da kurdên azadîxwaz hatin tasfiyekirin û çewisandin.

PKK bi manîfestoya serxwebûna Kurdistanê hatibû damezrandin lê di piratîka wê da hat xuyakirin ji bo kurdan statuya bê nasnameya kurd, statuya bêstatuyê xwestiye.

PKKê çiyayên Efrînê bi wêneyên Ocelan xemilandin, di xwepêşandanan da çûn ser sînorên Tirkiyê bi diruşma “em PKK ne.”

PKK di qada navdewletî da wek partiyeke terorîst hatiye qebûlkirin.

Ev ji bo tunekirina mafên Kurdistaniyan ji dewleta tirk ra argument û derfeteke giranbiha û zêrîn bû.

Dewleta tirk ev vîdyo ji bo xwe kirin belge û damî pêşiya Neteweyên Yekgirtî, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa  û got hûn dibêjin em li dijî terorîstên DAIŞê ne,  PKK jî di lîsta terorîst da ye, mafê min heye ez ji li dijî partiya terorîst PKKê li kuderê be operasyonan bikim û divê hûn jî bibin alîkar.

PKK bi halanên xapînok ên berxedanê Efrîn û Serêkanî ji bo contirkan hanî çong şikênandinê. Di encamê da destdirêjî, talan wêranî û guhertina demografîk çêbû.

Piştî hatina Amerîkayê û hêzên hevpeymana li dijî DAIŞê hêviya jiyankirina kurdên li rojavayê Kurdistanê ji nû va şîn bû.

Dewletên hevpeymana li dijî DAIŞê bi taybet Amerîkayê baş dizane PKK çi ye. Bi sedema gelek berjewendiyên xwe yên stratejîk paşguh dike. Amerîka çi dem bixwaze dikare van lîstikan rawestîne û vala derxîne.

PKKê xaka Kurdistanê û civaka Kurd baş dişopîne. Li ku derê valatiyeke tevgera kurd hebe di bin navê kurdayetiyê da xwe li wê derê bi cih dike.

Çawa ku niha li Şingalê bûye hevpeymana milîşayên Îranê Hejda Şabî, li her derê di bin navên kurdî da kurdan ji Herêma Federal a Kurdistanê dûr dixe. Ev helwest bi serê xwe parvekirin, parçekirin û parîkirina Kurdistanê ye.

Desthilatdariya Kurdistana Federal red dike û bi milîşayên dagirkeran ra dibe xwedî yek helwest.

Her wiha ji bo wîlayeta Mûsil têkeve nav sînorên Misaqa Milî ya contirkan PKK li çiyayên Şingalê alaya xwe bilind dike, dibêje va ye ez li vê derê me. Dewleta tirk wekî li her derê hewl dide bi hinceta PKK di lîsta terorê da ye rê li ber derbasbûna xwe veke. Bi helwest û piratîkên xwe dijberiya serweriya başûrê Kurdistanê dike.

Li tu welatî kes, partî yan grûbeke ne meşrû mafê wan tuneye serwerî û asayîşê têk bibe.

Encamên pratîka PKKê bi periyodîk baş hat xuyakirin li kuderê derfeta bidestxistina mafê statuya nasnameya kurdî hebe xwe li wê derê bi cih dike heta dewleta tirk bi argumanên xwe amedekariyên xwe bi dawî bîne û dîsa bi fîlm û lîstika kîwoşk bireve tazî bigre bi teq û reqan, bi rijandina xwînê potansiyela kurdan pûç bike û dewleta dagirker li şûna xwe bi cih bike.

PKKê 18.07.2019an bi navê Hêza Parastina Başûr li Hewlêr suîkast li dijî karmendê konsolxaneya tirk li dar xist, Osman Kose kuşt.  Piştî demeke kurt kujer hatin girtin û îtîraf kirin ku ferman ji Qandîlê girtine.

Her wisa 08.10.2020an berpirsê Asayîşa Herêma Kurdistanê bi suikastê kuşt.

28.10.2020an boriya petrola risqê miletê başûr li herêma Bagoka Mêrdînê teqand û PKKê ew êriş bi daxuyaniyan li xwe girt.

04.11.2020. PKKê li herêma Amêdiyê, Çemankê bombe li pêşiya peşmergeyan teqandin. Peşmergeyek şehîd bû û çendên din jî birîndar bûn.

Ev pratîkên PKKê tawanin li dijî mafên mirovan û îxanet e li dijî bizava doza Kurdistanê.

PKK li başûrê Kurdistanê herêmên lê bi cih dibe çawa gur pêz ji hev diqetîne û dixeniqîne dikeve navbera gel û serweriya herêma federal a meşrû. Ev helwest kiryarên hilweşandina hikumeta meşrû ya Kurdistanê ye.

Berdewamiya çalakiyên terorî maf dide asayîşa herêma Kurdistanê di her warî da tedbîrên têkdaran rawestîne û tehdidên li ser serweriya Kurdistanê ji holê rake.

Dêvê civaka kurd pirs ji desthilatdariya başûrê Kurdistanê bike. Hêmin dewleta tirk ji bo tunekirina maf, nasname û statuya kurdan hebûna navê PKKê ya di lîsta terorê da ji xwe ra dike hincet çima desthilatdariya başûrê Kurdistanê ji bo serweriya xwe û parastina statuya Kurdistanê mafê parastina xwe li dijî van êrîş û destwerdanên li ser gundan û asayîşa hemwelatiyên xwe alîkarî ji hêzên hevpeymana bi serkêşiya Amerîkayê naxwaze?

Gelo ew destê PKKê diparêze di nava rêveberiya herêma Kurdistanê de jî heye?

Pustên heman beş