PKK di laşê Kurdistanê de wek nexweşîya penceşêrê ye..

PKK di laşê Kurdistanê de wek nexweşîya penceşêrê ye..

Eger bûyerek baş neyê nirxandin û rastiya bûyera ji Raya Giştire bi zelalî neyê eşkerekirn,her tim rastî winda dibe û aliyên dezenfarmasyona belav dikin û pravakasyonê dikin bi awayekî digihin armanca xwe. Ji xwe ev sedemeke ku aliyên pravakator li ser lingê xwe dimînin. Ji bo wan rastî, derew ne girînge.

Di xwepêşandanên di vê qonaxê de li hinek deverên başûrê Kurdistanê de çêdibin ji berî her tiştekî gerek rastî bê navkirin. Ev ne xwepêşandanên gelin ne gel di qadên xwepêşandanê de ye. Hinek provatorin û  tenê di bin hinek daxwaziyên gel de, xwe wedişêrin. Di destpêkê de ararmancek wan sereke heye. Ew jî rûxandina desthilatdariya yasayî ya herêma Kurdistanê û têkbirina statuya Kurdistanê ye.

Gelek vekirî ev xwepêşandan ji aliyê PKKê ve têne organîze kirin û piranî hevalbendên PKKê di van xwepêşandana de cih digrin.

Lê di serî de tenê ji bo kîna li himber PDKê, baskek di nav YNKê de û hinek aliyên din pişgiriya xwepêşandana kirin. Lê dema dîtin ku dê ewil agirê xwepêşandana wan bi xwe bişewitine hêdî hêdî xwe ji paşve kişandin. Baskê Lahor Cengî eşkere pişgiriya PKKê û van xwepêşandana kir. Lê dema xwepêşandana kesek pile bilind yê asayîşa YNKê bi dar û keviran kuşt,hingê hinek akilmendên di nava YNKê de metirsîya li pêşiya xwe dîtin û xwestin bi awayekî xwe ji vî agirî xilas bikin. Heta giha radeyekî çekdarên girêdayî Lahor bi xwe jî hewldan di hinek deveran de rê li xwepêşandana bigrin. Lê dereng man ji ber ku ewan bi xwe destpêkê de çiroska tundu tujiyê pêxistin.

PKK piştî peymana Şingalê ku navbera hukumeta Kurdistanê û Iraqê de hatî imzekirin, dest şerekî li dijê PDKê kir. Di medya xwe de rojane bêbextiya li PDKê dike û bi hemû awayî nûçeyên derew belav dike û hewldide PDKê bi awayekî birûxîne. Lê di vê yekê de PKK tenê xwe dixapîne. PDKê tecrûbeyek dûr û dirêj li gel PKKê heye.Niha jî aliyên ku li başûr pişgiriya PKKê dikin bi awayekî hewl didin ku ji bo xwe ji vî agirî xilas bikin li rêyekî bibînin.

PKK li Bakur gihaye armanca xwe, civata kurd serûbinû kiriye û tahribatên mezin kirine. Bûn sedem ku bi dehê hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan.Bi hezaran gund vale bûn,milyona insan ji dev ax ,mal û milkên xwe berdan li bajarên Tirkiye bûn penaber û rojane dibin armanca êrîşên nijadperestên Tirk. Hestên netewî nehiştin û ji bo rojek ji rojan cardin kurd nikaribin li ser xetek netewî doza mafên xwe yên rewa bikin her tişt herimandin.

Li rojhilatê Kurdistanê li dijê tevgera azadixwaza kurd li tenişta hukumeta Îranê sekinîn û bûn hevalbendên pasdarên Îranê û hêzên xwe kirin di bin fermana yên wek Qasimî de.

Li rojavayê Kurdistanê bi pişgiriya hukumeta Îran ,Iraq û suriye wek nênerên hukumeta Suriye bûn xwedî desthilat. Li rojava rakirina Ala Kurdistanê qedexe kirin, navê Kurdistanê di hîç dezgehekî de kar neanîn û hewldan navê Kurdistanê winda bikin. Lê piştî siyaseta Amerika li deverê niha hêviyek ya yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê derketiye holê. PKK ji bo rê li vê yekrêziyê bigre hemû tiştekî dike.

Herî dawî dixwazin destkeftiyên Kurda li başûrê Kurdistanê têkbidin. Gelek heval ji xwe re çêkirin. Li başûr hêzên xwe li dijê PDK û destkeftiyên Kurdistanê kirin di xizmeta Heşda Şeibî de û şerê desthilatdariya Kurdistanê kirin.

Li başûrê Kurdistanê PKK dê ewil serê aliyên ku li gel wan hevkarîyê dikin bixwin. Ev karakterê PKKê ye. PKK ewilê dibe dost(!) û heval(!) lê dema ber lingê xwe bibîne , wan dost û hevalan hewl dide ji holê rake. Dê li başûrê Kurdistanê ev bibe. Dê YNK mecbûr bibe yan şerê PKKê bike, yanjî stuyê xwe li himber PKKê xwehr bike. Ev yek jî bi temamî têkçûna YNKê li xwe tîne.

Pêwendî û xiyanetên PKKê kirîna ,PDK ji her kesekî behtir dizane. Ev tecrûbe li ser PDKê re jî derbas bibû. PKK li başûrê Kurdistanê pravakasyona dike û çalakiyên teroristî dikin. PKK ne tenê dijitiya PDK dike,dijitiya destkeftinên netewî di kesayeta PDKê re dike.

Gerek tiştek baş bê zanîn li gora vê jî aliyên siyasî bibin xwedî helwest. PKK,KCK,HDP,KNK,PHD,KCD û hemû dam û dezgehên di bin navên cuda de siyaseta PKKê rêve dibin fermana xwe ji Qendil werdigirin û tu cudahîya siyasî di navbera wan de tuneye. Cudahiyên heyî tektikin û divê her kesek vê yekê bi zelalî bibîne. Heta ev neyê kirin tu ali nikarin xwe û berjewendiyên netewî û destkeftiyên Kurdistanî li himber êrîşên PKKê biparêze. Wek din xwe xapandine.

Babetek din girîng heye ku divê aliyên siyasî yên ku kiryarên PKKê car bi cara rexne dikin,bila xwediyê helwestek zelal bin. Dema behsa bûyerekî dikin bila gotinên muxlak û şêlo bi kar neynin. Navê aliyên ku sedemên bûyeran e vekirî bêjin. Bila li himber PKKê xwediyê siyasetek zelal bin. PKK ne Kurdistaniye û ne tevgerek Kurd e. Bi navê kurdeyatiyê dijminatiya hemû nirxên kurda û Kurdistanê dike.

11.12.2020

Nêçe/Analîz

N.Firat

Pustên heman beş