PKK e li Gare û Şêladizê hat bordoman kirin

PKK e li Gare û Şêladizê hat bordoman kirin

Balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin û çendîn mûşek li baregehên PKK ê yên li Çiyayê Gare û Şêladizê xistin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 12/12/2020an, balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê li her yek ji çiyayê Gare û sînorê navçeya Şêladizê yên girêdayî parêzgehîya Duhokê, baregehên çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê hedef kirin.

Êrîşa yekem li saet 11:00 berî nîvrojê çêbûye, balafiran pêgehên PKK ê li hindavî cîyekî ku jêre dibêjin şikeftên çîçika ku dikeve çiyayê Gare li hindava geliyê avokê yê bakurê navçeya çemankê bordoman kirine û yek mûşek li wî derê xistine.

Hem dem êrîşa duyemîn li saet 11:18 xulek berî nîvrojê pêkhatîye, wexta ku balafiran nuqteyên PKK ê li devera Serê Sîlê li çiyayê Kurejar ku dibe aqarê gundê Bêsepê yê navçeya Şêladizê hedef kirin û yek mûşek li wê derê jî xistine.

Her çend ku zirarên vê bordomanê heya niha nehatine zanîn, lê belê çekdarên PKK ê bi mebest êdî hereketa xwe xistine nêzî gund û bajarokan ji bo ku ew der bibin meydana şer û bikevin ber êrîşên balafiran.

Pustên heman beş