Herku diçe zirarên PKK ê li ser Başûrê Kurdistanê bi taybet li ser şêniyên gundan pêtir xweya dibin, îro cesedê 3 şênyên navçeya Dêrelokê hatin dîtin ku di êrîşeke balefirên Tirkiyê de şehîd ketine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 12/12/2020an, cesedê 3 şêniyên navçeya Dêrelokê li navçeyeke çiyayî hatine dîtin ku di êrîşeke balefirên cengê yê Tirkiyê de hatine hedef kirin û canê xwe ji dest dane.
Dest nîşan kir, evê hersê şênî bi navê :
Mihsin Hecî Silêman – ji şêniyên gundê Sipîrî ji hoza Nêrweyî.
Hesen Sadiq – ji gund Zîrî- ji hoza Nêrweyî.
Sefer Selîm Hemze – ji gund Sînî – ji hoza Nêrweyî
Hem wext kurê Mihsin Hecî ku dibe endamê komîteya YNK ê li Dêrelokê.
Li gorî çavkanyên me li başûrê kurdistanê, ev şênî berya nêzî 10 rojan derketbûne çiya ji bo mebesta nêçîra pezê kûvî, çek pêre bû û ew ketine ber êrîşa balefiran, îro şêniyên navçeyê di lêgerîna wan de, cesedên wan dîtine.
Tê zanîn, bi sedema liv û tevgerên çekdarên, Partîya Karkerên Kurdistanê, navçeyên sînorên gund û çiyayî yên Başûrê Kurdistanê bi taybet yên girêday parêzgehîya Dihokê, dewam dikevin ber êrîşên balefirên cengê û bi vê sedemê ji destpêka vê salê ve, bi dehan şêniyên deverê şehîd û birîndar bûne.