Yekemîn fewca çekdarên Kurd a girêday Heşda Şabî a Îraqê li Kerkûkê hat ava kirin, di sosiyal medyayê de, çalakvanên Kurd ev yêk rexne kirine û gotine: ev modêleke nû a caşatiyê ye.
Li gorî daxuyanîya berpirsekê mîlîşya Heşda Şabî bi navê Edhem Cum’e, îro roja şemî 12/12/2020an, yekem fewca çekdarên Kurd di nava rêzên Heşda Şabî de li Kerkûkê hatîye ava kirin, dest nîşan kir, ev fewc 120 çekdaran li xwe digre û îro li Dûbiz a navçeya Kerkûkê hatîye îlan kirin.
Dest nîşan kir, ev fewc rezamendîya fermî a fermandarêtîya Heşda Şabî wergirtîye û erka wan wê parastina wan navçeyan be ku bera 16 oktobera 2017an li jêr kontirola hêzên Pêşmerge da bûn.
Çalakên sosiyal medyayê li Başûrê Kurdistanê ev hengav protesto kirine û bi modêleke nû a caşatiyê ji bo dewletên dagîrker bi nav kirine.