Di êrîşa îro ya balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê de, 6 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin û canê xwe ji dest dane.
Çavkaniyên pêgeha darka mazî li başûrê kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 12/12/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê li çiyayê Gare û sînorê navçeya Şêladizê ên girêday parêzgehîya Dihokê, nuqteyên çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê hedef kir.
Êrîşa çiyayê Gare li sa’et 11:00 berî nîvrojê çêbûye, balefiran nuqteyên PKK ê li hindavî ciyekê ku jêre dibêjin Şikeftên Çîçka li hindava geliyê Avokê yê bakurê navçeya Çemankê bordoman kirine û yêk mûşek li wî derê xistine.
Hat ragihandin ku di êrîşa çiyayê Gare da, 5 çekdarên PKK ê ketine ber mûşeka balefiran û canê xwe ji dest dane, Partîya Karkerên Kurdistanê tu agahî li derbara êrîşê û hedef kirina çekdarên xwe nedane.