Arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê li şeva derbasbûyî dû gundên girêday bajarokê Eyn Îsayê li Rojava Kurdistanê topbaran kirin, ev yêk di çarçûveya amadekarîya êrîşa ser wî bajarokî ye.
Li şeva derbasbûyî arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, her yêk ji gundên Seyda û Mu’eleqî yên girêday bajarokê Eyn Îsayê topbaran kirin û zirar pêre xistine.
Çavkaniyên girêday Hêzên Surayaya Demokratîk eşkere kir, Tirkiye û komên çekdaran amadekarîya operasyoneke mezin li ser bajarokê Eyn Îsayê dike ji bo ku vî bajarokî dagîr bike.
Li dema dû hefteyên rabûrî, arteşa Tirkiyê û komên çekdaran bê navbir dorbera bajarokê Eyn Îsayê topbaran dikin, Rûsya federal jî ji Hêzên Sûryaya Demokratîk xwest vî bajarî bide dest rejîma Sûriyê ji bo ku êrîşên Tirkiyê li ser nemîne.
Êrîşên Tirkiyê li ser bajarokê Eyn Îsayê hemwexta lihevhatina HSD ê û Rûsiyê a hefteya rabûrî tê ku HSD e û arteşa Sûriyê nuqteyên hevbeş li wir ava bikin.