Kuştina Fexrîzade hênceteke nû a Îranê ye ji boy desteser kirIna Kurdan

Kuştina Fexrîzade hênceteke nû a Îranê ye ji boy desteser kirIna Kurdan

Hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ev pêtirî hefteyekê ye gerên çavdêriyê li ser malên Kurdan li bajarê Bane yê Rojhilata Kurdistanê dest pê kirine, 20 kes bin çav kirine.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê li dema hefteya rabûrî bi sedan malên şêniyên bajarê Bane yê Rojhilata Kurdistanê pişkinîne, bi hênceta lêgerînê li cînayetkarên teror kirina Mihsin Fexrîzade zanayê etomî yê Îranê.

Dest nîşan kir, hêzên girêday sazîya îstixbarata Îranê, hinek tîm li navenda bajarê Bane cêgîr kirine û erka pişkinîna malên Kurdan xistine pal.

Li gorî agahiyên ku Hengaw parvekirine, heya niha 20 kes ji Bane hatine bin çavkirin.

Hêzên ewlekariyê û yên Êtîla’atê, wêneyên 5 kesan li dema pişknîna malên Kurdan belav kirine û ji şêniyên Kurd pirsîne heger van kesên ku di wêneyan de nas bikin, yek ji kesên di wêneyan de, kalemêre û pekkeftî ye.

Mihsin Fexrîzade zanayê mezinê etomî yê Îranê, li 27 meha rabûrî li navenda Tehranê hatbû teror kirin, Îranê Israîl bi tesfîyekirina vî zanayê xwe sûçbar kir û soza tolhildanê daye.

Pustên heman beş