PKK ê berê tophavêjên Tirkiyê dane gundê Kêste

PKK ê berê tophavêjên Tirkiyê dane gundê Kêste

Topxaneyên arteşa Tirkiyê îro serê sibê sê caran li pey hev liv û tevgerên çekdarên PKK ê li gundê Kêste yê girêday navçeya Kanî Masê topbaran kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 13/12/2020an, topxaneyên arteşa Tirkiyê, sê caran li pey hev, liv û  tevgerên çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê, li gundê Kêste yê girêday sînorê navçeya Kanî Masê topbaran kirin.

Dest nîşan kir, ev êrîş paş sa’et 7 serê sibê pêkhatîye, wexta ku hereketa çekdarên PKK ê nêzî gund bûy.

Derbarê zirar û ziyanan çavkaniyên me eşkere kir, ji xelkê sivîl tu zirareke canî nebûye, lê bûye sedma tirsê li cem şêniyên gund.

Di 24 sa’etên rabûrî bi sedema PKK ê, Tirkiyê her yêk ji çiyayê Gare, navçeyên Şêladizê û Dêrelokê bordoman kirine, di êrîşa Garey de 5 Gerîla kuştin.

PKK e her ku diçe pêtir hereketa çekdarên xwe têxe nava gund û dorbera bajarokan, ev yêk jî siyaseta rêxistnê ye ji bo ku ev navçe bibin meydana şer û ji şênîyan werin vala kirin.

Ji destpêka êrîşa meha xizîrana îsalê ve, bi sedema vê siyaseta PKK ê, pêtirî 50 gundan li Başûrê Kurdistanê vala mane.

Pustên heman beş