Çeteyên Tirk li Cindrêsê bi nav hev ketine

Çeteyên Tirk li Cindrêsê bi nav hev ketine

Komên çekdarên girêday Tirkiyê li Cindrêsa navçeya Efrînê li Rojava Kurdistanê, bi nav hev ketine û gelek ji hev kuştine.

Li navçeya Cindrêsê ya Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagîrkrin, çete û şêniyên ku ji Xûta Rojhilat hatine anîn, bi hev ketine, tê gotin ku çeteyan gelek ji hev kuştine.

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirine, di vî şerî de çekên giran jî hatine bikaranîn û çeteyan gelek ji hev kuştine.

Paş vê êrîşê, arteşa Tirkiyê bi tank û zirîpoşan gerên te’qîb û çavdêriyê li herêmê pêkanîne û çekên giran li wir bi cî kirine.

Pustên heman beş