Esed dengê Rêveberîya Xweser nabihîse

Esed dengê Rêveberîya Xweser nabihîse

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bersiva Esed da û tekez kir, ew helwest xizmeta pêşeroja Sûriyê nake.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed da.

Rêveberiya Xweser diyar dike, Beşar Esed, rastiya piralîtiya ku li Sûriyê heye red dike.

Rêveberiya Xweser dibêje, tekeziya Esed a li ser nasnameya Erebî ya Sûriyê li gel guhartinên pêwîst nagunce.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, redkirina piralîtiya Sûriyê xizmeta siberoja Sûriyê û yekîtiya gelê wê nake.

Beşar Esed roja 7ê vê li Şama paytexta Sûriyê li gel li gel zanayên ola Islamê civiya bû û gotibû nasnameya Sûriyê Erebî ye, û tenê yek şaristanî li Sûriyê heye, ew jî şaristaniya Erebî ye û tu alî nikare vê yekê biguhêre.

Pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê jî bi tundî bersiva Beşar Esed Serokê Sûriyê dan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Pustên heman beş