Têkoşîna mirovan a ji bo jîyaneke çêtir, mûçeyên bilind, û nîzamek adil yek ji wan tekoşîna ye di cîhanê de ku mirov rêzê jêre raber bike. Lê her dem hinek kesên ku dixwazin vê têkoşînê provoke bikin derdikevin. Ji bo vê, em hewce dibînin ku rastiya bingehîn a her tevgera gelêrî pir baş bibînin.
Yên ku dixwazin pêwendî yên erênî di navbera Biden û Kurdan de sabote bikin hene?
Hilbijartinên Amerîkayê bûyerek girîng bû ku gelek derdor bi baldarî li bendê bûn û li gorî wê plansaziyên xwe çêkirin. Bi serfiraziya Biden re, li Rojhilata Navîn her kesê kevirên li koşa xwe de valakirin holê. Tirkiye bi dawîbûna pêvajoya Trump re dixwaze bikeve hin cîhên Rojava û dagirbike. Li aliyê din, Iran hewl dide ku gavek zû bavêje, difikire ku li Rojhilata Navîn bi çûna Trump re dê bê istiqrarî bidawî be. Her çend Trump kuştina kesên wekî Qasim Suleymanî erê kir, lê wî ji bo Iran, Iraq û Sûriyê li Kurdistanê zemînê xweş kir ku ev dewlete du gava pêş û gavekê paş bavêjin. Iranê dît ku serdema Biden wê eleqeyek zêdetir nîşanî Kurdistanê bide, Ioma jî biryar da ku bilez tev bigere ku vê pêvajoyê sabote bike.
Ji bo vê Îran hem li Iraq hem jî li Kurdistanê kete nava bizavê de. Pêşîn, di 28ê Çiriya paşîn de, li Bexda êrîşî xwepêşanderan kir. 7 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn. Ew bûyerên ku çend roje li dora Silêmaniyê dimeşin jî berdewamiya heman planê ye.
Îsmaîl Qaanî li Bexda bi kê re hevdîtin çêkir ?
Di 21 Kanûnê de, Ismail Qaanî, cîgirê Qasim Suleymanî, serdana Bexda kir. Plansaziya hewce li vir hatiye kirin. Qaanî di plansaziyên xwe yên li ser Iraqê de ne tenê Şî’e wazîfedar kirin. Wî her wiha hin kes û rêxistinên ku şirîkên stratejîk ên dewleta Iranê ne jî wezîfedar kirin. Iran di rêza yekemîn de li Rojhilata Navîn û Iraqê de pişta xwe didete, hêza çekdar ya Heşda Şebî. Hevpişka Iranê a stratejîk ku di rêza duyemîn de tê jî, rêxistina PKK ê ye. Hemû data û pêşbînî didin nîşandan ku bûyerên Silêmanîyê PKK e dimeşîne. PKK dixwaze xwe biveşêre lê fitneya Silêmanîyê kare PKK ê ye. Lêbelê, hemî datayên ku di destê me de hene destnîşan dikin ku bûyera Silêmaniyê bi plana PKK ê û hevalbendên Lahor Cengî û hin derdorên din yên siyasî pêk hatiye.
Di wan rojên ku Qaanî hat Bexda, li Bexdayê hin kesên din jî hebûn. Ew kes Lahor cengî bû. Lahor Cengî di 16 ê Çiriya Paşiyê de çû Bexdayê û bi serokê Şîa Ammar Hekîm re hevdîtinek pêk anî. Dema ku xelefê Qasim Suleymanî Îsmaîl Qaanî, hatîye Bexda yê Lahor jî li wir bû û bi Lahor re hevdîtinek pêkanî. Di heman rojan de, komek endamên PKK jî daku rewşa Şingalê gotubêj bikin li Bexda bûn. PKK ê soz da Iranê ku di berdêla wê yekê de ku ew ji Şingalê dernekevin, ew wê di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de alozîyan dirust bikin.
li pişt bûyerên Silêmaniyê hevdîtinên Îsmaîl Qaanî, YNK û PKK hene
Ango, li pişt bûyerên Silêmaniyê hevdîtinên Îsmaîl Qaanî, YNK û PKK hene. Ev plan paşê di civîneke duyemîn de ku ji hêla tîmeke îtîlaat ê, hêzên zanyarî û PKK de li Qelaçolan hat lidarxistin bêtir hûrgilî li ser hatin nîqaş kirin û plan bikin.
Nexşeya bingehîn a dewletên Iraq û Iranê di pêvajoya radestkirina Kerkûkê de di xiyaneta 17ê Çirî yê de ew bû ku rêya sereke ya di navbera Silêmaniyê û Hewlêrê de bigirin û bajarê Silêmaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê qûdbikin. Bi vî rengî, dê statoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve. Yên ku ev wezîfe girtî ser milê xwe tîma Lahor Cengî û PKK bûn. Tîmên PKK û Lahor Cengî ji bûyerên îro li Silêmaniyê diqewimin berpirsiyarin. Ew dixwazin wezîfeyên xwe yên ku di sala 2017 an de nekarî pêk bînin îro pêk bînin.
YNK dixwaze berpirsiyariya xwe di organîzekirina bûyerên Silêmanîyê de veşêre. Ew siyasetek du alî birêve dibin. Wisa dixuye ku Hevserokê YNK ê Bavêl Talebanî hewl dide ku çareseriyan ji bo pirsgirêkan bi rêya Hewler re bibîne, Lahor Cengî jî bi berhevkirina kelepîrî ve mijûl e. Dema ku çete li Silêmaniyê bi çekan êrîşan dibin ser bingehên partiyê, Lahore Cengî dîsa çû Bexdayê daku ew kesê ku berîya 20 rajan dîtî, ango Ammar el Hekîm careke din bibîne.
Tîma Şasiwar ji xwe bi PKK re di nava tifaqên hilbijartinê de ye
Bê guman, di vê lîstikê de kesên din jî hene. Iran dewleteke ku ajanên wan di nava Israîlê de jî hene. Di nava cînarên xwe ango partî û saziyên Kurdistanê de xwedî ajan û rêxistinkirîye. Bi taybetî pêwendiyên KOMELA weke rêxistinek îslamî, ligel Iranê pirr zindîne. di nava baskê Goran de serdest e. Bê guman, Şasiwar Ebdulwahid ê Newey Nu jî heye. We xuya ye ku YNK ev çend rojin televizyona NRT girtiye. Lêbelê, her du jî li ser yek xetê bizavê dikin. Tîma Şasiwar ji xwe bi PKK re di nava tifaqên hilbijartinê de ye. Heman xetê diparêzin. xwîşka Şasiwar Ebdulwahid, Sirwa Ebdulwahid ya ku parlementer e, li ser hesabê xwe yê medya civakî, wêneyên daliqandina ala Iraqê liser bingehên partîyên Kurdistanî, parve dike.
Ango, yên van bûyerên wêrankar li Silêmanîyê dikin, ne gelê kurde, Layangirên dewleta Iraq û Îranê ne. Heke bi rastî bingehê bûyeran mûçe be yên mûçe ne rêkirîn dewleta Iraqê ye. Bila milyonek Kurd li Hewlêrê bicivin û Iraqê şermezar bikin. Ger mesele doza Kurdbûn û Kurdistanî bûnê be, hêzên Heşda Şebî li Kerkûkê ji gundiyên Pelkane yên Kurd xwestin ku di nav 24 demjimêran de gund vala bikin, ev xwepêşander wê li Kerkûkê pêşî li vê koçber kirina kurdan bisekinin.
Têkilya bûyerên li Silêmaniyê diqewmin bi xwepêşandana demokratîk a heq û edaletê ve tune ye. komek çete, hêzên paramîlîter dikevin nava gel û kiryarên terorîstî dikin. Mesele têkdana statoya Herêma Kurdistanê ye.
Kesên ku di van çalakiyan de çep û rast gulebaran dikin kî ne? “Heza Parastina Başûr” li ku ye?
Hêzek seferber a paramîlîter heye ku di bûyerên Silêmaniyê de şîdetê bikar diînin, ew hêz li herêmên Silêmaniyê wekî Pîremegrun, Çemçemal, Kelar, Kifrî dest pê dike. Komek rêxistin kirî û çekdar diçe bajarekî, pey re diçe bajareke din agir lê dixe û diçe bajareke din. Ango, heman hêz li her deverê digere. Ev hêz a mobîl kî ye?
Ev hêz “Hêzên Parastina Gel a Başûrê Kurdistanê” ye ku ji hêla PKKê ve di 27ê Hezîrana 2019 an de hat ragihandin. Deverên ku bûyer lê qewimîne ew deverin ku PKK ji 2015 an ve di bin navê ciwan û çand û huner de perwerdehiya çekdarî daye ciwanan. Li vir, ew koma çekdar ya rêxistin kirî a paramîlîter li dijî rêveberiya herêma Kurdistanê weke darikekê tê şuxilandin. Bi gotineke din, “Hêzên Parastina Başûrê Kurdistanê” ên PKK di rastiyê de “hêzên bê stato hiştina Hikûmeta Herêma Kurdistanê” ne.
Li Silêmaniyê, PKK, YNK û koma Şasiwar Ebdulwahid, bi plana dîktatorî û dagirkerî ve tevdigerin
Ne hewce ye ku kes xwe bixapîne. Divê her tişt rast were nav kirin. Çalakiyeke mirovan a ku aborî pê were sererastkirin û daxwaziyên dadperwerî yê li Silêmaniyê tunene. Li Silêmaniyê, PKK, YNK û koma Şasiwar Ebdulwahid, bi plana dîktatorî û dagirkerî ve tevdigerin, û hêzeke paramîlîterin. Hêza ku li Pîremegrun pênê deyne qadroyê PDK ê yê 60 salî, serê jinan bişkîne, avahiya partiyê dişawitîne û alaya Iraqê li ser daliqîne, li Çemçemal bi çekên keleşînkofê bingehan gullebaran dike, û dirûşmên “bijî Apo” diavêjin ne dengê gelê Kurdistanê ye. Caşên Îranê û Iraqê ne. Ew kom komeke ku îxanetê li Kurdistanê dike. Divê rewşenbîrên Kurd û wilatparêzên rastîn vê lîstikê îfşa bikin û Kurdistanê biparêzin.
Wilatparêzên rastîn ên Kurdistanê divê mirov, partî û hêzên ku Iraqparêzî û Iranparêzî yê dikin îfşa bikin û dijî wan tekoşîna netewperwerî bimeşînin. Hikûmeta herêma Kurdistanê yekane parçeya rizgarkirî a Kurdistanê ye ku her çar dewletên dagîrkarên wê dixwazin wêran bikin. Divê em hemî li dijî wan kesên ku êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bibin yek.